RÎZE - Leyla Yîgît, piştî ku li Girtîgeha Kalkandereyê bi kekê xwe yê girtî Kemal Yiğit re hevdîtina vekirî kir, bertek nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê da û hat binçavkirin.
Leyla Yîgît ku ji bo hevdîtina vekirî ya kekê xwe Kemal Yiğit ê 4 sal in girtî ye çû Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê, hat binçavkirin. Malbat Yîgît, diyar ku kurê wan wan ji keça wan Leyla re ev binpêkirinên mafan ragihandiye: "Li kogûşa me, mînder, belîf, derzî û tayên me desteser kirine. Piştre jî bi awayekî kêfî sînordarkirina parêzeran ji me re anîn."
Hat hînbûn ku piştî bidawîbûna hevdîtina vekirî, Leyla Yîgît ji ber ku bertek nîşanî rêveberiya girtîgehê daye hatiye binçavkirin. Malbatê, destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê ji wan re ragihandiye ku ji ber gardiyanan biçûk xistiye, li ser gilîkirina gardiyanan ji aliyê cendirmeyan ve hatiye binçavkirin û ji bo girtina îfadeyê birine Miduriyeta Polisan a Rîzeye.