STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi hênceta ku hunermend Ferhat Tûnç bertek nîşanî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye xist ber lêpirsînê û biryara li mala wî lêgerîn bê kirin derxist.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi hênceta ku hunermend Ferhat Tûnç di medya civakî de bertek nîşanî êrişên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye xist ber lêpirsînê û biryara li mala wî lêgerîn bê kirin derxist. 10’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê jî vê daxwaza lêpirsînê ya dozger qebûl kir.
Hat zanîn ku biryara lêpirsînê di 17’ê cotmehê de hatiye girtin û îro hatiye teblîxkirin. Parêzera Tûnç, Fatma Hopikoglû da zanîn ku heta niha li mala miwekîlê wê lêgerîn nehatiye kirin û parvekirina miwekîlê wê jî ne sûc e û li dijî lêpirsînê îtîraz kiriye.