STENBOL - Rojnameger Hediye Levent, bal kişand ser operasyona Artêşa Sûriye ya bi piştgiriya Rûsyayê ku li Idlibê didomîne û got: "Ji bo Tirkiye her ku diçe dorpêç teng dibe. Ji bo Tirkiye nokteyên çavdêriyê vekişîne dê zext li ser wê zêde bibin."
Artêşa Sûriyeyê bi hevkarî û piştgiriya Rûsyayê ber bi Idlibê ve pêşve diçe. Tirkiye, Rûsya û Îrane di mijara li Idlibê de li hev kiribûn. Lê ji ber ku Tirkiye li gorî peymanê tev negeriya, Artêşa Sûriye bi hevkariya Rûsya li Idlibê li dijî hêzên çekdar dest bi operasyonê kir. Ji ber Tirkiye li Idlibê li gorî peymanê tev negeriya û ji bo Libya biryara şandina eskeran dan, rageşiya di navbera Tirkiye û Rûsya de zêdetir bû. Rageşiya di navbera Enqere û Rûsya de demek e didome. Li Idlibê piştî Artêşa Sûriye dest bi operasyonê kir, di navbera Artêşa Sûriye û hêzên Heyet Tahrir el Şam (El Nusra) de zêde dibin.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Navenda wê li Londraye, hat diyar kirin ku Artêşa Sûriyeyê herî kêm li Başûrê Idlibê 10 gund kirin kontrola xwe. Di operasyonê de zêdeyî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan. Disa ji ber şer gelek kesên li herêmê dijîn koçî Bakurê Idlibê kirin. Têkildarî mijarê Rojnameger Hediye Levent, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
Levent, anî ziman ku rewşa heyî wan zêde matmayî nahêle û wiha got: "Ev operasyon li nava 3 salan belav bû. Gav bi gav operasyon pêş dikeve. Di nava 3 salan de Rûsya tu carî dest ji operasyona li dijî Idlibê berneda. Tu carî Rûsya negot me ev operasyon betal kiriye. Dema Têkiliya Tirkiye û Rûsya pir baş bû jî Rusya her dem ji bo Idlibê şerh danî û xwest komên çekdar ên li Idlibê bên derxistin. Xwest Tirkiye sozên xwe yên ji bo komên çekdar pêk bîne."
Levend, anî ziman ku Artêşa Sûriye demek dirêj e li herêmê hêza xwe bicih dikin û wiha got: "Dibe ku sedema operasyona li Idlibê ji ber Tirkiye bi Mertalên Firatê û Operasyona Afrinê berfirehî ketin nava axa Sûriyeyê. Ji ber Tirkiye bi van operasyonan piştgirî dan komên çekdar û armanc dike ku mayinde bibe. Komên ku Tirkiye piştgirî dan hewl didin derbasî Helebê bibin. An jî dibe ku li herêma navbera Hama û Humusê bi cih bibin. Yek ji sedema operasyona li Idlibê ev e. Artêşa Sûruiye dê bi hevkariya Rûsya li Idlibê dorpêçê bêtir li nêzî sînorê Tirkiyeyê deng bike. Li vir nokteyên çavdêriyê yên Tirkiye dê dîsa bibin mijara niqaşê. Dibe ku Tirkiye van nokteyên çavdêriyê vala bike û xwe vekişîne. Li herêmê rêyên M4, M5 hene. Ev operasyon dê heta çoltara Idliyê ya rêyên M4 û M5 lê digêjin hev bidome. Kengî Artêşa Sûriye wir xist ewlehiyê dibe ku raweste. Piştre dibe ku li gorî îşaretên siyasî operasyonên nû pêk bîne.
KOÇBERÎ DÊ ZÊDE BIBE
Levent bal kişand ser gotina Serokomar û Serokê AKP'ê Erdogan a 'zêdeyî 50 hezar kes ji Idlibê koçî Tirkiyeyê dikin û wiha lê zêde kir: "“Em nizanin ku 50 hezar kesên koçî Tirkiyeyê kirine profîla wan çiye, çawa hatine. Niha piraniya kesên koçber bûne malbatên cihatkarên çekdar ên li Idlibê ne. Lê di nava koçberan de sivîl jî hene. Xuya ye ku dê hêjmara koçberan zêde bibe. Tê xuyakirin ku dê pevçûn û şerê li Idlibê zêde bibe û koçber zêde bibe.
MA / Ferhat Çelîk