ŞIRNEX – Dadgehê kuştina Mehmet Sadik Bozderî yê 54 salî ku li navçeya Hezexê ya Şirnexê dema di qedexeya derketina kolanan de li mala xwe ji aliyê esker û polîsan ve hat kuştin, hiqûqî dît.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di navbera 16'ê Sibat û 30'ê Adara 2016'an de qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin. Di qedexeya derketina derve de polîs û eskeran di 23'ê Sibatê de gule li ser mala Bozderî reşandibûn. Mehmet Sadık Bozderî yê di qedexeya derketina derve de mala xwe terk nekiribû, di encama gulebarana esker û polîsan de jiyana xwe ji dest dabû. Li ser vê yekê parêzerên malbatê xwestibû doz bê vekirin û serî li Serdozgeriya Komarê dabûn. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Hezexê de biryar hat dayîn. Dozgeriyê biryara “Pêwistî bi lêpirsînê tune ye" da. Dozger kuştina Bozderî ya li Apartmana Alhan a taxa Atakentê li gorî hiqûq û qanûnê dît û pêdivî bi lêpirsînê nedît. Dema esker û polîsan roket avêtin mala Bozderî, Bozderî li malê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî lêpirsîna 3 salan û biryara dozgeriyê, parêzerê malbata Bozderî serî li Dadgeha Cezayê Sulhê yê Şirnexê dan û îtîraz kirin. Lê heyeta dadgehê jî îtîraza parêzerên malbatê red kir.
ÇEK NEDÎTIN LÊ WEKÎ ENDAMÊ RÊXISTÊNÊ PÊNASE KIRIN
Dema di navbera 20 û 21'ê Sibata 2016'an de qedexeya derketina kolanan berdewam dikir, Bozderî nexweşê dil bû û li benda ambulansê bû. Di 23'ê Sibatê de Mehmet Sadik Bozderî li malê di êrîşa eskeran de jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê li mala Bozderî lêgerîn hat kirin. Dozgeriyê têkildarî lêgerînê got '... Di lêgerînê de mêrekî 50-55 salî yê gule li singa wî ketibû hatiye dîtin. Dibe ku çeka Mehmet Sadik Bozderi bikar anîye endamên din ên rêxistinê biribin...."
Dozgeriyê îdîa kir ku Bozderî endamê rêxistinê ye û lêpirsîn daye destpêkirin. Dîsa dozgeriyê parast ku kuştina Bozderî yê 54 salî û nexweşê dil li gorî hiqûqê ye.
PRZ. VESEK: ENCAMA POLÎTÎKAYA BÊ CEZAKIRINÊ YE
Parêzerê malbatê Veysel Vesek jî diyar kir ji ber Mehmet Sadık Bozderî di qedexeya derketina kolanan de mala xwe terk nekiriye hatiye kuştin û wiha got: "Dozger li şûna li cihê bûyerê lêkolîn bike û rastiyê ronî bike, lêpirsîn bi dawî kiriye. Em dibînin ku Bozderî mirovekî sivîl û nexweş li mala xwe ye. Kuştina Bozderî ya ji ber di qedexeyan de li malê ye wekî hincet nayê qebûlkirin. Muwekilê min ji aliyê her kesî ve tê nasîn û osteyê firinê ye. Di girteka otopsiyê de jî diyar dike ku Bozderî sivîl e. Biryar encama politîtîkayên bêcezakirinê ye."