NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Sûriyeyê bi hevkariya Rûsyayê 10 gund ji destê komên çekdar derxist û ber bi Maaret el Numana Idlibê ve pêşve diçe. Hat diyar kirin ku sivîlên li herêmê ber bi sînorê Tirkiyeyê ve koç dikin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, Artêşa Sûriyeyê bi hevkariya Rûsyayê ber bi Idlibê ve pêşve diçe. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku Artêşa Sûriye gihişt Barageha Tirk a li Surmanê û dîmenên baragehê yên ji jor ve kişandin parve kir. Hat diyarkirin ku Artêşa Sûriye heta niha 10 gund ji destên komên çekdar xelas kir. Hin çavkaniyan jî diyar kirin ku balafirên şer ên Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê herêma Idbilê bombe dike û sivîlên li herêmê jî piştî bombekirinê bi maşîneyên xwe ber bi sînorê Tirkiyeyê ve koç dikin. Sivîlên ji ber bombebaranê bi traktoran koç dikin li ser rêya navbera Idlib û Maret el Numan Rêya m5 û rêya m4 hatin dîtin.