EDENE/MÊRSÎN - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li Edene û Mêrsînê konferans li dar xistin û bi endamên xwe yên meclîsê re civîyan.
Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Mêrsîn û Edeneyê li avahiyên bajar bi hişyara "Ciwanên Şoreşger, bi Ruhê 68'an Jiyana Azad Ava dike" konferans li dar xistin. Konferansên li avahiyên HDP'ê yên bajar hatin li darxistin gelek endamên meclîsa ciwanan amade bûn. Ciwanan di konferansan de ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin û bal kişandin ser girîngî û wateya rêxistinbûn û mezinkirina têkoşînê.
Ciwanan anîn ziman ku dê di 12'ê Çileya 2020'an de li Enqereyê konferansa giştî li dar bixin û xwest meclîsên wan ên bajaran tevlêbûnek xurt nîşan bidin.