WAN - Hevşare Navçeya Nisêbînê Sara Kaya ku li Wanê girtî bû, sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Ewlehiya Bilind a Tarsûsê kirin.
Hevşaredara Navçeya Nisêbînê ya berê Sara Kaya di 13'ê Çileya 2017'an de girtibûn û şandibûn Girtîgeha Tîpa T a Wanê. Kaya niha jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Ewlehiya Bilind a Tarsûsê kirn. Sara Kaya dema hevşaredar bû qeyûm tayînî şûna wê kiribûn û piştre darizandina wê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Kaya herî dawî di 6'ê mijdarê de bi rêya SEGBİS'ê ji Girtîgeha Wanê tev li danişînê bûbû. Dadgehê biryara berdewama girtina Kaya dabû. Kaya piştî hat girtin ewil şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdinê. Ji wir şandin Girtîgeha tîpa T a Wanê, niha jî sirgûnî Tîpa T a Tarsûsê kirin.