AMED - Jinên ku bi minasebeta Salvegera Damezrandina Platforma Yekitiya Jinên Kurd civîyan, diyar kirin ku jin wê ji yekitiya neteweryî re pêşengiyê bikin.
Platforma Yekitiya Jinên Kurd, bi minasebeta salvegera damezrandina xwe li Otela Demîr a Amedê civîyan. Di civînê de Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, keça Musa Mûsa Anter Rahşan Anter, Rêxistinên HDP û DBP'ê yên navend û navçeyan, parlamenterên HDP'ê, HAK -PAR, Tevgera Azadî, , PAK, Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamyayê, Platforma Jinên Rojnameger ên Mezopotamyayê, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê û Şanoya Bajêr a Amed, saziyên sivîl (STK) û endamên platformê cih girtin. Resepsiyon bi deqeyek rêzgirtina ji bo jinên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin. Di dîvana Platformê de Duysa Karataş, Nesrîn Askar û Ayşe Gokan cih girtin.
'Bila yekitiya jinên kurd bibe wesîleya yekitiya Gelê Kurd'
Axaftina destpêkê ya bernameyê ji aliyê alîgira Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadî Menîce Gulmez ve hat kirin. Menîce di axaftina xwe de wiha got: "Jin dibêjin ku yekitiya malekê hebe bajarek nikare têk bibe; di nava bajarekî de yekitî hebe dewletek nikare têk bibe; di nav dewletekê de yekitî hebe cîhan nikare pê. Yekitiya jinên kurd wê bibe wesîleya yekitiya Gelê Kurd."
BANGA YEKÎTIYÊ KIRIN
Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan jî diyar kir ku jin ji yekitiya Gelê Kurd re pêşengiyê dikin û wiha berdewam kir: "Kurdino! Bibin yek. Hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek."
Piştî axaftinan resepsiyon ji çapemeniyê re girtî hat berdewamkirin.