ENQERE - Partiya Piştevanî û Azadiyê (ODP) 8’emîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. ODP'ê navê xwe guhert û kirin Partiya Çep (Sol). Partiyê manîfestoya ji 12 xalan pêk tê aşkere kir û diyar kir ku pirsgirêka Kurd hem ji bo Tirkiyeyê hem ji bo herêmê pirsgirêka herî girîng a li lez bê çareserkirin e.
Partiya Piştevanî û Azadiyê (ODP) ku di sala 1996'an de hatibû avakirin, 8’emîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. ODP'ê 8'emîn Kongerya xwe ya Awarte li Navenda Çand û Kongreyê ya Teoman Ozturk a ÎMO pêk anî. ODP'ê bi dirûşmeya "Rasteqîn be, bê îmkaniyê bixwaze" kongre li dar xist û li salonê pankartên “Niha dema çepê ye", “Em ê rêyek cuda bibînin" û “Tişta em dijîn ne depresyon e, Kapitalizm e” û “Bijî şoreş bijî sosyalizm” vekirin.
Kongreyê bi hilbijartina dîwanê dest pê kir. Di dîwanê de Mehmet Soğancı, Selma Guven, Gîzem Gul û Sercan Dede ji bo dîwanê hatin hilbijartin. Endama Lijneya Dîwanê Gizem Gul, piştî hilbijartina dîwanê axivî û got: “Niha li pêş me xetek kritik heye. Di hilbijartina rêveberiya herêmî de bloka AKP û MHP'ê paşve çû, lê ne hilweşiya. Ev pêvajoya nû, banga nûbûn û rêxistinbûnê ye. Em bawer dikin ku nûbûn û rêxistinbûn dê dengekî pir mezin vede."
Piştre manifestoyo partiyê xwendin û diyar kir ku navê ODP'ê wekî Partiya Çep (Sol) hatiye pêşniyarkirin. Li ser pêşniyarê Endamê Lijneya ODP'ê Onder Îşleyen, diyar kir ku yê wêrekiya em li vî welatî xwedî derkevin, destkeftî û danehevên me yên şoreşgerî ne û got: "Em dê gavên nû bavêjin û derkevin rêwîtiyek nû."
Piştre manîfestoya ji 12 xalan pêk dihat xwend. Di manîfestoyê de hat diyar kirin ku pirsgirêka Kurd hem ji bo Tirkiyeyê hem ji bo herêmê pirsgirêka herî girîng a li lez bê çareserkirin e.
Li ser pêşniyarnameyê rêzikname û navê partiyê hat guhertin. Navê ODP'ê kirin Partiya Çep (Sol Partî" Nav ji aliyê delegeyên kongreyê ve hat qebûlkirin.