MEXMUR - Şevê din welatiyê Mexmûrê Ebdulkerîm Ebdurehman ê 57 salî ji ber nexweşiyeke giran rakirin nexweşxaneyê. Ebdurehman li Nexweşxaneya Rojava beşa Lezgîn jiyana xwe ji dest da. Malbat xwestin biçin cenazeyê xwe bigirin, lê asayîşa PDK’ê destûr neda ku malbat biçin cenaze bigirin.
Welatiyê Mexmûrê Ebdulkerîm Ebdurehman ji ber nexweşiyek giran duh bi lezgîn hate rakirina Nexweşxaneya Rojava a başa Lezgîn. Ebdurehman şevê din saet di 11:00’an de ji ber nexweşiya giran jiyana xwe ji dest da. Ji duh şev ve malbata wî dixwest derbasî Hewlêrê bibe û cenazeyê xwe bigirin, lê asayîşa PDK’ê rê nedin ku malbat biçe cenazeyê xwe ji nexweşxaneyê bigire. Malbat heta destê sibehê li benda kontrolê hatine hiştin û piştî gelek hewldanan, hinek kesên din cenaze ji Hewlêrê anîn li benda kontrolê radestî malbatê kirin.
Asayîşa PDK’ê û rêveberiya Herêma Kurdistanê 5 mehin ambargo daniye ser welatiyên Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûrê). Nexweş û xwendekar jî di nav de rê nayê dayîn ku welatî ji wargehê derkevin. Ji ber rêgiriya asayîşa PDK’ê bi kêmanî 5 zarok jiyana xwe ji dest dabûn û di gihandina nexweşan a ji bo nexweşxaneyê gelek zorî û zehemtî tê kişandin.