BEDLÎS - Ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û şandibûn ATK'a Stenbolê yek jê jî ê Fedekar Tûran e. Dayik Nûriye Tûran hestiyên kurê xwe wergirtin û veşartin. Tûran a çar car in cenazeyê kurê xwe defin dike, got: "Nameyk ji min re şandibû. Tirsiyam ku ji min bistînin loma min ji ber kiribû. Tenê wêneyek wî û hestiyên wî mane".
Di 19'ê Kanûna 2019'an de li gundê Oleka Jor a Bedlîsê Goristana Xerzanê hatibû rûxandin û 267 cenazeyên li goristanê biribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê. Paşê ev cenaze li Goristana Bêkesan a Kîlyosê hatibûn veşartin. Piştî DNA'yên malbatan û hin cenazeyan li hev derketin 10 cenaze dan malbatan. Yek ji van cenazeyan jî ê Fedekar Tûran bû. Malbata Tûran piştî 2 salan di 14'ê Kanûna 2019'an de hestiyên kurê xwe wergirtin û li gundê Gozeldere yê Tetwanê veşartin. Tevî cara dawî heta niha malbatê çaran caran cenazeyê Tûran veşartiye. Dayika wî Nûriye Tûran ku nameya kurê xwe ji ber kiriye got: "Nameyk ji min re şandibû. Tirsiyam ku ji min bistînin, loma min ji ber kiribû. Ji Fedakar tenê wêneyek û hestiyên wî mane".
PÊŞÎ LI GUND HAT VEŞARTIN
Fedakar Tûran di sala 1975'an de li gundê Gozeldere yê Tetwanê hatiye dinê û di sala 1993'yan de jî tev li nav PKK'ê dibe. Di heman salê de li Deşta Gozeldereyê di şerekî de tevî 7 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dide û cenazeyê wî li Gozeldereyê tê veşartin. Piştî 12 salan di sala 2012'an de cenazeyê wî vê carê li Goristana Xerzanê tê veşartin.
'ZAROKÊN ME NE BÊKES IN'
Nûriye Tûran, anî ziman ku piştî cenaze hatiye xerakirin qederekê nizanibûne cenaze birine kuderê û ji bo cenazeyê zarokên xwe wergirin serlêdan pêk anîne. Tûran, ji bo cenazeyê kurê xwe wergire 2 salan li ber xwe dide. Tûran, got: "Zarokên me ne bêkes in. Li ser gorên wan agahiyên wan hene".
'LI GORÊN FÎREWN Û NEMRÛD JÎ TIŞTÊN WIHA NEHATINE KIRIN'
Tûran, diyar kir ku piştî cenazeyê kurê xwe wergirtiye jê re cihek dîtin, lê belê nehiştine li wî cihî wê veşartin. Tûran, got: "Nehiştin em zarokên xwe li gor dilê xwe li cihekî veşêrin. Tişta kirine wehşeteke mezin e. Ji hestiyên me ditirsin. Ev ne wehşet be îca çi ye? Di tu dînî, di tu pirtûka pîroz de ji bo texrîbkirina goristanan tiştek tuneye. Fîrewn û Nemrûd komkujiyên mezin kirine, lê ev tişt li wan jî nehatiye kirin. Pêxemberan jî bi rêx û hurmet nêzî gorên mirovên ji dînên din bûne. Ev doza çi li gorên zarokên me dikin?"
Tûran, diyar kir ku ew bibîrhatiyên kurê xwe dijî û got: "Dilê wî pir bi ser min vebû. Rewşa me ya aborî nebaş bû. Min tim kincên wî didirûtin û lê dikirin. Li dibistanê êrîşî wî kiribûn û şer kiribû. Mamosteyê wî ji min re gotibû, 'Kurê te behsa doza kurdan dike'. Di wî emrê xwe yê biçûk de jî neheqî û bêedaletî tehemul nedikirin. Li hemberî êrîşên li ser gel tim di nav lêgerînan de bû".
WÊNEYEK Û NAMEYEK
Tûran, da zanîn ku ji ber zext û zoriyên li ser wan, kinc û eşyayên kurê xwe avêtine çem, ji bo ji wan nestînin û got, ji kurê wê tenê wêneyek maye. Tûran ku nameya kurê xwe û helbesta di nameyê de ji ber kiriye got: "Berî biçe bi rojekê ji xwe re kinc kirîbûn. roja din çû. Ji bo kincên wî, pêlavên wî ji min nestînin min hemû avêtin çem. Min dizanibû gava bavêjin ser malê wê kincên wî jî bibin. Nameyk ji min re şandibû. Tirsiyam ku wê jî ji min bistînin loma min ji ber kir. Ji Fedakar tenê wêneyek û hestiyên wî mane".
Dayik Tûran, nameya kurê xwe û helbesta di nameyê de ji ber kiriye û xwend.
Helbesta ku Tûran ji dayika xwe re şandibû wiha ye:
"Kûro dino çiya bilind e ez te nabînim
Lê lê dayê ez çûme çiya û zozana
Min xatirê xwe ji te nexwest
Tu şîrê xwe li min helal bike
Lê lê dayê tu pirsa min dikî
Ez runiştîme şikeft û newalan
Ser kitêbê digirim dersa Kurdistan."
Dayik Tûran, bibîr xist ku cenazeyê kurê wê 252 rojan li goristana bêkesan hatiye hiştin û bang li malbatin din kir ku rojek berî rojekê cenazeyên zarokên xwe wergirin.
MA / Ayşe Surme