* Parêzerên Rêberê PKK'ê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 2019’an de bi boneya hevdîtinê bi Ocalan re bikin 100 caran serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê tenê 5 caran bersîv girtin û çûn li Îmraliyê hevdîtin kirin.
* Ji pirtûkên Seher û Devran ê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş, 4 çîrok adapteyî şanoyê hatin kirin.
* Xwendekarên Zanîngeha Sêrtê, anîn ziman ku ji ber nikarin debara xwe bikin heta nîvê şevê dixebitin.
* Ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û şandibûn ATK'a Stenbolê yek jê jî ê Fedekar Tûran e. Dayik Nûriye Tûran hestiyên kurê xwe wergirtin û veşartin. Tûran, bû cara çaran cenazeyê kurê xwe vedişêre. Dayik Tûran, got: "Nameyk ji min re şandibû. Tirsiyam ku ji min bistînin loma min ji ber kiribû. Tenê wêneyek wî û hestiyên wî mane".
* Derûnas Bûrcû Soyak, rewşên derûnî yên dibin sedema cinayetên jinan nirxandin û got: "Tevdîrnegirtina ji bo cinayetên jinan, ji ber pergala patrîarkalê ye ku naxwaze îktîdar ji dest derkeve".
* Tê gotin li Hîndekarê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Prof. Dr. Şakîr Gozutok, gelek xwendekarên jin taciz kirine. Piştî hat gilîkirin Gozuktok jî gef li malbatan xwarin û derbarê wî de lêpirsîna îdarî dest pê kir.
* Nûnerên sendîkayan beriya civîna dawî ya Komîsyona Tespîtkirina meaşê kêm daxwaz û pêşniyarên xwe anîn ziman û gotin, bi têkoşîna rêxistinbûyî ya karkeran û hevkariya sendîkayan karibin daxwaza xwe pêk bînin.
* Yekîtiya Platforma Jinên Kurd, dê bi minasebeta salvegera avakirina xwe li Odela Demîr a Amedê bernameyekê li dar bixin. (09.40)
* Partiya Piştevanî û Azadiyê (ODP) dê 8'emîn Kongerya xwe ya Awarte li Navenda Çand û Kongreyê ya Teoman Ozturk a ÎMO pêk bîne. (10.00)
* Meclîsa Jinê ya HDP'ê dê li Otela Taksim Hill a Stenbolê Konferansa Herêma Marmara li dar bixin. (10.00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê dê li Qada Îstasyonê mîtîngê li dar bixin. (12.00)
* Rêxistina HDK'ê ya Stenbolê, dê li Stenbolê Kongreya xwe pêk bînin. (12.30)