ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê ku ji Têkiliyên Derve Berpirsiyare Hişyar Ozsoy li Meclîsê axivî û got: “Hûn ew kes in ku çekê dixin serê zarokê 10 salî.Polîsan bêserûber hevşaredara me û hevjînê wê û kurê wê yê 10 salî li erdê dirêj kirine û çek xistine serê wan.
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê ku ji Têkiliyên Derve Berpirsiyare û Parlamenterê Amedê Hişyar Ozsoy di Desteya Giştî ya Meclîsê de axivî. Ozsoy di axaftina xwe de bal kişand ser binçavkirina Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn û pêkanînên polîsan ên li ser malbata wê.
'DÊ EV ZILMA DAWIYA WE BÎNE'
Ozsoy bi bîr xist ku duh hevşaredara wan a Sûrê Fîlîz Buluttekîn hatiye binçavkirin û dewama axaftina xwe de wiha got: “Hevşaredara me di serdegirtina malê de hatiye binçavkirin. Polîsan bêserûber hevşaredara me û hevjînê wê û kurê wê yê 10 salî li erdê dirêj kirine û çek xistine serê wan. Em ji we merhamete naxwazin. Em ne di wê astê de ne ku ji we merhamete jî bixwazin. Êdî sînorê vê kirêtiyê nemaye. Êdî em di wê astê de ne ku hemû pêkanînên we bêhna genî didin. Em ji we re nabêjin vê zilmê nekin. Bila zilma we zêde bibe ku di siyasetê de dawiya wê nêzîk bûye. Çimkî zilmkar dema diçin zilma xwe zêde dikin.
ÇEK DIXIN SERÊ ZAROKÊ 10 SALÎ
Çekê dixin serê zarokê 10 salî. Ev çawa pêkanîn e? Dema Îsraîl zilmê tîne serê zarokên Fîlîstînî, di televîzyonên we de li ser hev wan dîmenan diweşînin û dibêjin ‘binêrin Îsraîlî çî tînin serê zarokên Fîlîstînê.’
HÛN MÊRANÎ Û MÊRXASIYA XWE TEST DIKIN?
Duh ne li Gazeyê, li ber çavê we li Sûrê ev bûyer pêk hatiye. Li Gazeyê nenêrin li Sûrê binêrin. Zû an jî dereng wê hesabê vê zilmê were pirsîn. Hevşaredarên HDP’ê ne ew serok in ku hûn rabin û wan dafdin. Ji sedî ser 65 rêjeya deng wergirtine û hatine bijartinê. Hevşaredara me tevî hemû hovîtiya li Sûrê hatiye qewimandin hatibû bijartin. Hûn radibin saet li 05.00’an bi ser malê de digirin û çekan dixin serê wan. Hûn bi çeteyan kar dikin? Hûn bi van kesên ser rûpoşkirî û robocopan bi ser mala hevserok Fîlîz de digirin. Yanî hûn li ser jinek kurd, hevserokek kurd ‘mêranî û mêrxasiya’ xwe test dikin? Bila ev derbasî qeydan bibin. Em ê sibê roj bibînin dê çawa hesabê van hemûyan were pirsîn.”