STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 404'an de çalakiya "Rûniştina F" berdewam kirin. Vê hefteyê xwest girtiyê nexweş ê Wernicke-Korsakoffê serbest bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 404'an de çalakiya "Rûniştina F" xwestin li qada Galatasarayê berdewam bikin. Lê dîsa polîsan destûr nedan li qadê çalakiyê li dar bixin. Komîsyonê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê wêneyê girtiyên nexweş rakirin û pankarta “Bila nexweşên Wernicke-Korsakoffê serbest bên berdan" û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" rakirin. Li ser navê komê Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê Hatice Onaran daxuyanî da. Onaran, ani ziman ku di operasyona 19'ê Çileya 2000'an û piştî wê de 122 girtiyên politîk jiyana xwe ji dest dan û û wiha got: ÎHD'ê 19'ê kanûnê wekî roja "Roja Piştevanî û Têkoşîna Ji bo Mafê Mirovan ê li Girîgehan" îlan kiriye û wiha got: "Rawestandina îhlala mafên mirovan, bi hesapbirsîna mafan pêkan e. Kesên li dijî îhhalan ketin grevê û li ber xwe dan, bi nexweşiyên Wernicke-Korsakoffê ketin. Li tevahiya Tirkiyeyê nêzî 600 girtî bi sendroma vê nexweşiyê ne. Heta niha 36 girtiyên bi vê nexweşiyê ketine û nikarin bi serê xwe bijîn hene.
Onaran anî ziman ku vê hefteyê balê dikişînin ser nexweşê Wernicke-Korsakoffê Kemal Gömi, Kemal Ozelmali, Aslıhan Gençay û Mehmet Ali Çelebî û wiha got: "Di 19'ê kanûnê de bi mudaxaleya zorê ev girtî bi nexweşiya Wernicke-Korsakoffê ketin. Niha rewşa wan giran e. Divê ev girtiyên nexweş ên Wernicke-Korsakoffê bi lez serbest bên berdan."