MÛŞ - Hevşaredara Kopê ya Mûşê Eylem Saruca ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, diyar kir ku binçavkirin û girtinan dikin hinceta tayînkirina qeyûman û wiha got: "Divê li dijî vê polîtîkaya hikûmetê em têkoşîna hevpar pêş bixin."
Li Mûşê di 17'ê kanûnê de polîsan bi ser malan de girt û Hevşaredarên Kopê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Eylem Saruca û Adnan Topçu, hevşaredarê Lîzê Dilaver Kesik, Hevşaredarên Gimgimê Ulku Karaaslan û Mahmut Yalçin binçavkirin. Di 18'ê Kanûnê de 3 hevşaredar bi şertê kontrola edlî serbest berdan û Hevşaredara Gimgimê Ulku Karaaslan û Hevşaredarê Kopê Adnan Topçu girtin.
Hevşaredara Kopê Eylem Saruca, bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran û tayînkirina qeyûman da û wiha got: "Ji bo hincetê ji tayînkirina qeyûman re ava bikin ewil binçav dikin û digirin. Hêj lêpirsîn bi hencam nebûye qeyûm tayîn dikin. Di dosya lêpirsîna Hevşaredar Adnan Topçu de tu delîlên şênber tune ye. Dixwazin krasekî zagonî li tayînkirina qeyûman bikin. Bi tayînkirina qeyûman darbeyê li vîna gel dixin."
Saruca, anî ziman ku armanca vê îqtîdara faşist ewe ku gel bitepisîne û bêje 'Ez çi bêjim wê wekî min be' û wiha got: "Hemû navçe kirine navenda polîsan. Lê em baş zanin ku gel tu carî qeyûm qebûl nekir û nake. Gel êdî ji vê rewşê bêzar bûye. Tayînkirina qeyûman nenaskirina vîna gel e. B tayînkirina qeyûman dibêjin 'Em we tune dihesibînin' Qeyûm li ser rant, talan û nelirêtiyê hatiye avakirin. Ji bo xizmet û berjewendiya gel tiştek tune ye.
Me qeyûmên berê dît. Tenê talan, wêran û dizî kirin.
TÊKOŞÎNA HEVPAR PÊWIST E
Saruça xwest li dijî van polîtîkayên AKP'ê tekoşîna hevpar pêş bikeve û wiha got: "Divê em li dijî polîtikayên hikûmetê têkoşîna hevpar bimeşînin. Ji ber îqtîdar dizane dê hilweşxe li dijî HDP'ê êrişan zêde dike. Dibe ku li dijî HDP'ê êrîş zêde kiribin. Lê divê muxalefeta sereke baş zanibe ku deng neke dê dor bê wê jî. Niha qeyûm tayînî şaredariya kCHP’ê ya Urlayê jî kirin. Niha hêdî hêdî dest davêjin şaredariyên muxalefeta CHP'ê jî. Divê êdî dengê xwe bilind bikin. Dibe ku qeyûm tayînî şûna me kiribin. Lê têkoşîna me dê bidome."
MA / Cemîl Ugur