AMED – Endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê bertek nîşanî serdegirtina şaredariya xwe û binçavkirina hevşaredarên xwe dan û gotin: “Hiqûqa AKP’ê di dewrê de ye. Xelkê bi îradeya xwe me bijar, xelk dikare me ji şaredariyê bişîne.”
Duh serê sibê bi dehan polîsan bi ser avahiya Şaredariya Sûrê de girtin û Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr û endamê Meclîsa Şaredariyê Yilmaz Eken di serdegirtina malên wan de binçavkirin. HDP’ê di hilbijartina 31’ê Adarê de bi rêjeya ji sedî 61 deng wergirt û Şaredariya Sûrê qezenc kir. Vê sibehê Wezareta Karê Navxweyî qeymeqamê navçeyê wek qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê kir.
Endamên Meclîsa Şaredariyê serdegirtina polîsan û binçavkirina hevşaredaran şermezar kirin û gotin tişta diqewime bêhiqûqiye û ew ê xwedî li şaredariya xwe derekevin.
‘GEL DIKARE HILBIJÊRAN BI DARIZÎNE’
Endama Meclîsa Şaredariyê Herdem Mervanî bi bîr xist ku wan ji sedî 61 dengê xelkê Sûrê wergirtine û bi ser ketine û her roj bi desteserkirina îradeya gel ji xewê şiyar dibin. Mervanî got: “Çi dibe bila bibe em ê xwedî li şaredariya xwe derkevin. Me bi îradeya gelê xwe şaredariyê qezenc kir. Tenê gel dikare me bidarizîne û ji şaredariyê bişîne.”
‘NÎŞENAYA QEDANDINA HÎQÛQÊ YE’
Ji endamên Meclîsê Bîrsen Guneş jî da zanîn ku AKP îradeya gel a hilbijartî nas nake û got: “Dixwaze hemû şaredariyên HDP’ê desteser bike. Tayînkirina qeyûman bidawîkirina demokrasî û hiqûqa li Tirkiyê dide nîşandan. Em ê wek endamên Meclîsa Şaredariyê di nav gel de bin û xebatên xwe dewam bikin.”
‘HIQÛQA AKP’Ê DI DEWRÊ DE YE’
Ji endamên Meclîsê Mehmet Şaban Karataş jî destnîşan kir ku bi serdegirtina şaredariyan û girtina hevşaredaran êdî tê xuyakirin ku hiqûqa dewletê nemaye û got: “Niha hiqûqa AKP’ê di dewrê de ye. AKP roj bi roj dihele û tola vê yekê ji kurdan û îradeya kurdan hildide. AKP bi hêza dewletê tevdigere û îradeya gel desteser dike. Gel li Sûrê HDP’ê bijart. AKP viya qebûl nake. Me bêûsiliyên qeyûmê beriya vê serdemê yek bi yek eşkere kir. Ji vê yekê ditirsin û dîsa ji nûve qeyûm tayîn dikin. Qeyûm qirkirin û kavilkirin e. Em ê wek hilbijêrên gel qet dest ji têkoşîna xwe bernedin û paş ve gavan neavêjin.”
‘EM Ê KOZIKÊN XWE BIPARÊZ IN’
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Sûrê Zulfîkar Odabaşi jî anî ziman ku her tevgera siyasî ya gelê kurd kozikên xwe qezenc dike dewlet tehamulî viya nake û wiha got: “AKP bi ferastek înkar û îmhayê şaredariyên me desteser dike. Ev têrê nake hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyên me digire. Bi van zextan zemîna siyaseta demokratîk ji holê radikin. Dixwazin dengê gel were qûtkirin û îradeya gel desteser dikin. Em ê jî bi têkoşîna xwe kozikên xwe yên me qezenc kirine biparêz in.”