HDP'ê bi demokrasiyê hevşaredar hilbijartin
AKP'ê jî qeyûm tayin kirin û hevşaredar girtin

  • rojane
  • 09:23 21 Kanûn 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê di hilbijartina 31’ê Adarê tevî hemû hîle, zext û astengiyan jî bi giştî 65 şaredarî qezenç kirin. Beriya HDP'ê şaredariyan ji destê qeyûm bistîne, Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan gotibû 'Ew şaredariyan bistînin emê dîsa qeyûm tayîn bikin' û piştî hilbijartinan heta niha 32 şaredarî ji destê HDP'ê girtin û qeyûm tayîn kirin. HDP'ê Hevşaredar bi demokrasiyê hilbijart, AKP'ê bi qeyûm daxist. 
 
Hikûmeta AKP-MHP'ê piştî di 20'ê Tîrmeha 2016'an de OHAL îlan kir, dest bi tayînkirina qeyûman kir. Di sala 2016’an de bi hinceta OHAL’ê (rewşa awarte) bi hejmara 674’an KHK’yek (biryarnameya di hikmê qanûnan de) hate derxistin û bi wê KHK’yê raye dan serokkomar ku bikare qeyûman tayînî şaredariyan bike, ji waliyan re jî raye dan ku bikarin dest deynin ser malên şaredariyan ên guhêzbar û xebatkarên wan ji peywirê dûr bixin.  Îqtîdara AKP'ê di 11’ê Îlona 2016’an de dest bi tayînkirina qeyûman kir. Li gorî KHK’ya bi hejmara 674’an qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê kirin. 3 bajarên mezin, 10 bajar, 63 navçe û 22 bajarokan û bi giştî 95 şaredariyên DBP’ê Walî ango Qeymeqam wekî qeyûm tayîn kirin. Nêzî 300 muxtar hatin îxrackirin. 93 hevşaredar, bi sedan endamên meclisên şaredariyan û meclisa giştî ya bajar hatin girtin. Ceza dan 15 hevşaredarên girtî.
 
HDP'ê di serdema OHAL'ê de tayînkirina qeyûman wek berdewama polîtîkayên înkarê yên bi sedan salan li dijî kurdan pênase kir û navê ‘Rejîma Qeyûman’ li vê serdemê kir. HDP'ê di rapora xwe de destnîşan kir ku ev rejîm li ser bingeha xirabiyê hatiye avakirin û xespkar e; qirkirina bîr û çandê ji xwe re esas girtiye, dijminê jinan e û her cure rant, gendelî û bûusûlî ji xwe re kiriye mînak. Di dema ewil de 9 qeyûm ji ber gendeliyê ji kar hatin dûrxistin. 55 heb ji ber tawanbariya cemaetê ji peywirê girtin û bi sedan gendeliyên wan hatin piştrastkirin û Sayiştayê der barê wan de 58 heb şikayetên sûc kir. Qeyûm di dema ewil de çawa hatin ser kar saziyên jinan û jin ji xwe re kirin hedef. Qeyûman tevahî pergala ku dihêle jin di nav rêveberiyên herêmî de bi awayekî wekhev werin temsîlkirin, serobino kirin, jin ji pêvajoyên biryarê dûr xistin, sazkariya dewletê ya bi serdestiya mêran berfireh kirin û pergala hevserokatiyê, kirin hedef û li dijî wê dest bi propagandaya reşkirinê kirin. 
 
AKP'Ê PEYÛM TAYÎN KIR HDP'Ê DÎSA QEZENÇ KIR
 
Hilbijartina 31’ê Adarê di nava rewşeke kaos de pêk hat. Li herêmên ku qeyûm lê hatibûn tayînkirin şertên newekhev jî, xebatên hilbijartinê bi biryariyeke mezin hatin meşandin. Desthilatiyê hemû derfetên xwe bi kar anîn. Li cihên qet dengê wan tune, qeydên bi hezaran kesan çê kirin , sindoq li cihekî kom kirin û veguhestin. Çend hefte beriya hilbijartinê gef li welatiyan hate xwarin, xwestin daxwaza çûna ser sindoqan asteng bikin û diyar kirin ku ger namzetên gel bên hilbijartin dê li şûna wan careke din qeyûm bên tayînkirin. Ev gef heta hefteyek beriya hilbijartinê jî berdewam kirin.  Tevî hemû hîle, zext û astengiyan jî di encama hilbijartinan de HDP’ê 3 şaredariyên bajarên mezin, şaredariyên 5 bajaran, yên 45 navçeyan û 12 bajarokan jî di nav de bi giştî 65 şaredarî bi dest xistin. Di di lîsteyên wê de hezar û 230 Endamên Meclisên Şaredariyê û 101 Endamên Meclisa Giştî ya Bajar hatin hilbijartin. Li çend navçeyên ser xeta sînor ên Şirnex  û Colemêrgê  ji ber veguhestina dengê polîs û leşkeran, şaredarî ketin destê AKP’ê. Tevî ku ev mijar me bir darazê jî tu encam nehatin bidestxistin. 
 
QEYUMÊN BERÊ 6 MILYAR TL DEYN LI PEY XWE HIŞTIN
 
Yên ku bi gotina ‘Bêdeyn’ kampanya dimeşandin li pey xwe bi awayeke fermî 6 milyar lîre deyn hiştiye. Ev deyn tenê yê ku bikare bê hesabkirine. Li gorî vê tabloyê li gorî rêjeya nifûsa Tirkiyeyê şaredariya herî deyndar, Şaredariya Misircê ye. Li vê navçeya biçûk 215 milyon lîre deyn hatiye kirin. Mînaka berbiçav jî dîsa yek jê Gever e. Li Navçeya Geverê ku 36 hezar mal lê û dahata wê ya salan e 4 milyon lîre ye, bi giştî 680 milyon lîre deyn lê hatiye kirin. Tenê krediya ji Bankeya Îllerê hatiye kişandin, 608 milyon lîre ye. 
 
EWIL KEMÎNA KHK'Ê DANÎN HÊŞ HEVŞAREDARAN
 
Hikûmeta AKP'ê ewil xwest bi ‘Xefika KHK’ê’ rê li pêş hevşaredaran bigirin. Hefteyek piştî hilbijartinên 31’ê Adarê, Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), bi darbeyeke sindoqê bi hinceta ku hevşaredar û endamên meclisê yên 6 şaredariyên HDP’ê KHK’î ne, biryar da ku mazbatayê nede wan. Di vê çarçoveyê de mazbata nedan hevşaredarên Rezan, Artemêt, Tuşba, Ebex, Tatos û Bazarcixê. YSK’ê mazbatayên van dan namzetê AKP’ê. Bi giştî 68 endamên meclisa şaredariyê ji vê biryarê bibandor bûn. 
 
Piştre di ketina şaredariyên Cizîr û Silopiyayê ku di destê HDP’ê de bûn, bi darê zorê cîhazên X-Rayê û noqteya polîsan danîn. Bi fermana Wezareta Karên Hundir hat ragihandin ku di nav de şaredariyên bajarên mezin ên Amed û Mêrdînê jî, dê di ketina 26 şaredariyên HDP’ê de noqteyên polîsan bên danîn. 
 
Piştre bi rêzê ve endamtiya meclisên şaredariyên HDP’î xistin. Ji ewil li Meclisa Şaredariyê ya Tetwanê ku gelemperiya wê di destê HDP’ê de bû, ji 14 endamên meclisê endamtiya 9’an li ser daxwaza walîtiyê û ji hêla wezareta karên hundir ve ji peywirê hatin girtin. Heman tişt ji bo Meclisa Şaredariyê ya Ebexê ku gelemperiya wê di destê HDP’ê de bû jî kirin. Li şûna endamên meclisê yên HDP’ê jî AKP’î hatin bicihkirin. 
 
Piştre bi serdegirtina saziyan dest pê kir. Kreşa zarokan a Şaredariya Peyasê ya Amedê yek ji mînakên vê ya herî baş e. ‘Kreşa Zarokan a Peyasê’ ku ji hêla Şaredariya Peyasê ve hatiye avakirin û weke kreş tê bikaranîn, beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî, di 19’ê adara 2019’an de ji bo 25 salan bêyî bedel di hezîrana 2019’an de bi protokolê dewrî muftîtiyê hate kirin. 
 
Li navçeya Giyadînê jî biryar dan ku ku 25 polîs di ketina Şaredariya Giyadînê de bên bicihkirin û dê ji vir dernekevin. Bi sedemên weke GBT, lêgerîn û KHK’iyan hatin pêşkeşkirin. 
 
Herî dawî binçavkirin û girtina hevşaredar û endamên meclisan ên HDP’ê dest pê kir. Îktîdara AKP-MHP’ê piştî ku nekarîbûn bi fêlbaziyan, xesp û bi rêya darazê şaredariyan bi dest bixin dîsa dest bi polîtîkayên tayînkirina qeyûman kirin. Di 19’ê tebaxê de careke din qeyûm bi awayekî keyfî xistin meriyetê. Di hilbijartinên 31’ê adarê de namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglu bi hezaran deng ferq ve qezenc kir û piştî 17 rojan mazbata teslîm kirin. Bi qasî 3 hefteyan şaredarî kir û pişt re qeyûm tayînî şaredariyê kirin. YSK’ê di 6’ê gulanê de biryar da ku hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bê betalkirin û wekî hincet jî ‘şertê ku berok û endamên lijneya sindoqan ji peywirdarên cemaweriyê pêk nehatine’ nîşan da.  Li şûna Ekrem Îmamoglu waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya wekî şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê hat tayînkirin. Di 23’ê hezîrana 2019’an de cara duyemîn hilbijartinên şaredariya Stenbolê pêk hatin û Ekrem Îmamoglu bi dengê ferqeke mezin dîsa bû şaredar. 
 
OCALAN DESTNÎŞAN KIRIBÛ
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Oclaan diyar kir ku ger aştî pêk neyê dê rewşên metirsiyar biqewimin. Ocalan anîbû ziman ku pêwîst e hiqûqa gerdûnî pêk were. Di hevdîtina dawîn de jî got aqilê dewletê çareseriyê û jiyana bi hev re naxwaze û ev helwest dê zirarê bide hemû kesan. Piştî van daxuyaniyan; ku hatibû gotin aqilê dewletê çareseriyê naxwaze, şer esas digire û rojek piştî van gotinan ‘darbeya qeyûm’ pêk anîn û qeyûm tayînî sê şaredariyên mezin kirin. Îqtîdara şer a AKP-MHP’ê konsepta nû bi ‘pelên matmayî hiştinê’ da meşandin. Di serê sibeha 19’ê tebaxê de biryara nêzî 500 binçavkirin, bi sedan serdegirtinê start da. Wezareta Karê Hundir gotin ‘Di serî de li Amed, Mêrdîn û Wanê bi giştî 29 bajaran li hembeî Rêxistina Terorê PKK/KCK operasyon hatiye destpêkirin û 418 kes hatine binçavkirin. Têkildarî girtinan dê operasyon dewam bikin.”
 Wê demê piştî pîrozbahiyên tayînkirina qeyûman Suleyman Soylu beşdarî bernameyên televîzyonan bû û got, ‘Ez teorîsyenê demokrasiyê me. Gel ji me re dibêje êdî qeyûman tayînî şaredariyan bikin.”Lê di 22’ê tebaxê de derket holê ku kê tayînkirina qeyûman dixwaze. 
 
DI 1'Ê NÎSANÊ DE PLANA QEYÛM KIRIN
 
Walîtiya Amedê beriya ku Mizrakli mazbataya xwe werbigire rojek piştî hilbijartinê ango di 1’ê nîsanê de ji Wezareta Karê Hundir re daxwazname nivîsandiye û xwestiye qeyûm tayînî şaredariyê bikin. Qeyûmê Amedê û walî Hasan Basrî Guzeloglu, di 1'ê Nîsanê de îtîraz kir û xwest wekî qeyûm tayîn bibe. Derket holê ku heman tişt li Wanê jî pêk hatiye. Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman di sala 2016’an de wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bû û dema li ser kar bû bi gelek nelirêtiyan hat rojevê û derket holê ku Yaman jî di 1’ê nîsanê de ji Wezareta Karê Hundir re daxwazname nivîsandiye û xwestiye bibe qeyûmê Mêrdînê.   
 
 
Piştî ku qeyûm tayînî sê şaredariyên bajarên mezin kirin, vê carê jî piştî teqîna gundê Beyrok (Agaçkorur) a navçeya Pasûrê ya Amedê ya 12’ê îlonê hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay jî di nav de bi giştî 5 kes hatin binçavkirin û girtin. Piştî ku hevşaredar hatin girtin di 17’ê îlonê de qaymeqamê navçeyê Mustafa Gozlet wekî qeyûm tayînî şaredariyê kirin.  Hevşaredara navçeya Gogsî (Karayazi) ye Erziromê Melîke Goksu bi hinceta ku der barê wî de ceza hatiye birîn hat girtin û pişt re di 18’ê îlonê de qaymeqamê navçeyê Mesût Tabakcioglu wekî qeyûm tayînî şaredariyê kirin. 
 
Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyên Pasûr û Gogsiyê kirin, vê carê jî qeyûm tayînî şaredariyên Colemêrg, Gever, Erdîş, Nisêbîn, Kayapinar, Karaz, Bismil, Serav, Cizîr, Qoser, Rêya Armûşê, Hezex, Yenîşehîr, Hezro, bajaroka Perî ya Dêrsimê, Stewr, Dêrik, Şemrex, Pirsûsê, Gimgim, Kop, Qelqelî, Elbak, Bêgirî kirin. Herî dawî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê kirin û Hevşaredarên wê binçav kirin. 
 
* Di navbera 19’ê tebaxê û 21'ê Kanûnê de 3 bajarên mezin, bajarek, 20 navçe, bajarokek û bi giştî 32 hevşaredarên HDP'ê bi fermana Wezareta Karê Hundir ya serokê hikûmeta AKP’ê Tayyîp Erdogan ve ji peywirê hatin girtin. Walî û Qeymeqam taşînî şûna wan kirin.  
 
HEM QEYÛM TAYÎN KIRIN HEM HEVŞAREDAR GIRTIN
 
Heta niha 22 hevşaredarên HDP'ê hatin girtin. YSK’ê bi awayekî bêhiqûqî mazbatayên 44 endamên meclisa şaredariyê û 3 endamên meclisa bajêr yên HDP'e û bi giştî 47 kesên hatine hilbijartin xesp kir. Di navbera 31’ê adarê û 12’ê mijdarê de bi giştî 30 endamên meclisa şaredariyê yên HDP'ê ji peywirê hatin dûrxistin. Di navbera 31’ê adarê û 12’ê mijdarê de 5 endamên meclisa şaredariyê û 2 endamên meclisa bajêr hatin girtin. 7 endamên meclisa bajêr di 9’ê îlona 2019’an de di heman rojê de ji peywirê hatine dûrxistin.  Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyan kirin, qeyûman bi awayekî fiîlî meclisên şaredariyan fesih kirin.  91 kesên ku ji bo Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 52 kesên ku ji bo Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin û 70 kesên ku ji bo Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û bi giştî 213 kesên ku ji bo van meclisa şaredariyên mezin hatine hilbijartin, bi awayekî fiîlî ji kar hatine dûrxistin.
 
Di hilbijartinên 31’ê adarê de ji 1389 şaredariyan tenê 45 şaredarên jin hatibûn hilbijartin. Ji 45 şaredarên jin 24 şaredar HDP’î bûn. Yanê HDP niha bi rêjeya ji sedî 53.5 ve li Tirkiyeyê bi temsiliyeta siyasetmedarên jin de serkeftineke girîng bi dest xistiye. 
 
ÎHLALÊN HIQÛQÊ
 
Kesê ku li ser Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçuk Mizrakli û hevşaredara Şaredariya Peyasê Kezîban Yilmaz îfade daye, şahida bi navê Hîcran Berna Ayvedî ye. Berna Ayverdî di meha gulan 2016’an de li Nisêbînê teslîm bûye. Îfadeya ku li ser hevşaredaran daye bi dîroka 20.03.2019’an e yanî 11 roj beriya hilbijartinê ye. Îfadeya ku piştî girtina wê ya 3 salan hatiye dayîn. Tevî ku 3 sal e girtiye jî ji bo ji yasaya poşmaniyê sûd werbigire di 20’ê adara 2019’an de ‘îtîraf’ dike, Mizrakli şevekî li nexweşxaneya ku lê dixebitî û nobedar bûye ‘endamekî rêxistinê’ emeliyat kiriye, roviyên wî qetandiye û serê sibê jî ji nexweşxaneyê derxistiye. 
 
Hevşaredara Şaredariya Peyasê Kezîban Yilmaz jî ji ber tevlibûna civîna nasandina hevşaredarên jin ên HDP’ê û li ser gotinên ‘Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye’  û ‘Şaredarî veguherîne qereqolan’ hat girtin û bi cezaya bi dehan salan tê darizandin jî li ser îfadeya Berna Ayvedî ya 4 roj beriya hilbijartinê, hat girtin. Îfadeya S.K. ku li Geverê kes nemabû ku buxtan li wan neke û ji aliyê dadgehan ve nedihat îtîbarkirin, dema li ser hevşerdaran axivî hat îtîbarkirin. Li vir tişta herî balkêş çî ye, ev şahid ku berê niha diyar kiribû ku li ser zextên polîsan îfade daye, 9 salan di girtîgehê de maye. Hevşaredar Remziya Yaşar jî bi sûcdariyeke giran (!) ji ber gotina Tolstoyê ‘Şer cejneke bi tîr û trampet nîne. Dîmenê wê xwîn û mirin e’ taga #SavaşaHayır parve kir, hat girtin.
 
HÊJ LÊPIRSÎN BI ENCAM NEBÛ QEYÛM TAYÎN KIRIN
 
Delîlên ku ji bo hinceta girtina hevşaredara Şaredariya Rêya Armûşê tên nîşandan, xwe dispêra nûçe û kuncik nivîsa kesê bi navê Ziya Turk ku di rojnameya heremî (Van Postasi) de nivîsandiye û tiştên ku nivîsandiya ne xwedî nirxeke nûçeyê ye û nivîsên wî yên ne xwedî armanceke baş in, ji aliyê dadgehê ve jî hatiye tescîllîkirin. Piştî tayînkirina qeyûmê ev kes wek midûrê çapemeniyê ya şaredariyê dest bi kar dike.  Sûcdariyên ku ji bo hevşaredarên Şaredariya Cizîrê dihat kirin, hîn di merheleya lêpirsînê de bû, wek hinceta tayînkirina qeyûman hat nîşandan. Bi heman şêweyî hîn hevşeradara Şaredariya Sarayê Caziya Duman di bin çavan de bû, qeyûm tayînê şûna wê hat kirin. Hêj dosyaya hevşaredara Şaredariya Qoserê ku veguhere lêpirsînê tuneye.
 
Hevşaredarên ku bi hîn sûcdariyan tên sûcdarkirin, li gorî hiqûqê ji peywira xwe bên dûrxistin jî, li gorî qanûna 5393’an mafê meclisa şaredariyê heye ku di nav xwe de hevşaredareke demkî diyar bikin. Lê derveyî qanûn bêyî ku maf û mevzuatan nas bikin ji peywirê tên dûrxistin û meclisa şaredariyê bi awayekî fîîlê tên betalkirin.
 
 
Li gorî hiqûqa pozîtîf, qaydeyên qanûnên ku li Tirkiyeyê pêk tên, tenê qanûnên ku di çarçoveya welatê de bên qebûlkirin nînin. Di heman demê de li gorî usulên mijara mafên bingehên û azadiya ku hatiye qebûlkirin, di Peyman navneteweyî de di hikmû qanûnê de ye, heta wek fermana hukma makeqanûnê jî tê qebûlkirin. Normatîf hiqûq dema ji vê hêlê ve bê nirxandin, bi taybetî Komara Tirkiyeyê ku bûye alîgirê van peymanên navneteweyî, divê Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê û peywira qebûlkirina darizandina Têgihiştina Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî li ber çavan bigire.  
 
Xala bi ser navê 90/4. a ‘li gorî peymanên navneteweyî guncav dîtin’ ku Makeqanûna sala 1982’yan,  li gorî rêbaza peymana navneteweyî ku ketiye meriyetê di hikmê qanûnê de ye. Derbarê van de bi îdiaya li dijî makeqanûnê ye ji bo Dadgeha Bilind serlêdan nayê kirin. (hevoka pêvek: 7/5/2004-5170 md.) Bi gotina “Têkildarî Mafên bingehîn û azadiyê ku li gorî rêbaza qanûna peymana navneteweyî ketiye meriyetê, dema lihevnekirina ji ber sedema di heman mijarê de hikmekî cuda di nav xwe de dihewîne, hikmên peymanên navneteweyî esas tên girtin” hatiye diyarkirin ku di hiyerarşiya norman de dê normên ser a peymanên navneteweyî bên qebûlkirin. 
 
Li gorî medeya 127 a makeqanûnê  û organa ku hatiye çêkirin, destnîşankirina şaredar bi riya KHK’ê ( qerarnameya di hukmê qanûnê de) ne li gorî madeya 45.an a qanûna şaredariyan e. Ew sererastkirin makeqanûnê binpê dike. Ji aliyekî din ve li gorî madeya 127’an a makeqanûnê dide destnîşankirin; “Têkildarî rêveberiyên herêmî ku hatine hilbijartin, îtîraz û çareseriyên der barê organa rêvebirinê ku hatiye bi destxistin û windakirinê bi rêya darazê pêk tê.” Bêyî ku ev hikûm were bicihanîn ev pêkanîn ketine meriyetê. 
 
Xala 123’emîn a sernavê ‘Yekparebûna rêveberiyê û takekesiya cemaweriya hikmî, ‘Peywir û avakirina îdareyê li gorî esasên rêveberiya xwecihî û rêveberiya navendî pêk tê.” Ew tê wateya ku vê yekê jî binpê dike û madeya 2. ya hiqûqa makeqanûna dewletê jî binpê dike. Madeya 127 ya makeqanûnê û madeya 47 a madeya 5393 a qanûna şaredariyan bi heman mijarê hatiye sererastkirin. Li gorî madeya 127, organên hilbijartî dema ku sîfatê xwe winda dikin ancax bi riya venêriya darazê pêkane. 
 
Lê wekî istisna (ne ji rêzê) madeya 47 ji qanûna hejmar 5393 derbarê organên şaredariyê ku derbarê sûcekî wan de lêpirsîn hebe heta ku biraya bingehîn derkeve, wezîrê karê hundir dikare wî kesî ji peywîrê bigire. Dema mirov li şîroveya vê madeyê binêre qanûna derbarê şaredaran de nabêje ‘ji peywirê dûr dixe’ lê dibêje ‘dikare ji peywîrê were dûrxistin’, li vir teqdîra wê yekê ji wezareta karê hundir re dihêle.  Lewre divê wezareta karên derve vê teqdîra xwe ne bi rengekî ji demokrasiyê dûr bikar bîne. 
 
Li gorî feraseta DMME’yê, li ser navê pergaleke demokratîk a rasteqîn, mafên ku bi madeya sêyan a protokola yekemîn ya ku mafan texe bin ewlehiyê jî madeya wê a bijartin û hilbijartinê ve girêdayî “rêgeza rewaya bendewarî” yê tune hesabdike. Herweha rêgeza rewaya bendawariyê jî li aliyê Saziya Bilind ya Hilbijartinan YSK’ê ve li hemberî tu qedexe nehatiye û her mafên hevserokên şaredariyan û hilbijêran diparêze. Bi awayekî nedîtbar, ji peywirê durxistin keyfî ye, îhlalkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye. Ango tê wateya xapandina civakê jî.
 
Pratîka qayûm a ku ji rêzê tê dîtin, li  gorî Şertên Rêveberiya Xweser a Herêmî ya Ewropayê ku Tirkiyeyê jî qebûl kirî “ rayeya ku dikeve destên maqamên heremî bi awayekî normal û tixûbdar e. Di qanûnê de derveyî rewşên pêşbînîtiyê, ev raye ji aliyê maqamên herêmî û navendî ve nayên sînorkirin û qelskirin.” tê binpêkirin. Tirkiye bi vî awayî li dijî qanûnên ku qebûl kirin jî diperçiqîne, di biryara tayînkirina qayûman de jî bêhiqûqtiyeke bêsînor dike.
 
ŞERTÊN RÊVEBERIYA HERÊMÎ Û XWESER A EWROPA 
 
Ji bo pêşketina demokrasiyê, xurtkirina rêveberiyên herêmî û pêkanîna xizmeteke baş, rasterast bi mafên bijartin û hilibijartina wekhev û azad a hemwelatiyan re têkildar e. Rêveberiyên herêmî, bi qanênûn navneteweyî û nemaze jî bi xalên Şertê Rêveberiyên Herêmî û Xweser ya Ewropayê ve dike ku bêtir azad û xweser be. Pêwîst e qanûna hejmar 5393 û qanûnên têkildarî mijarê jinûve bên destgirtin û ev yek dê ji bo çareseriyên gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê û pêkhatina demokrasiyê gaveke girîng be.
 
Di vê çarçoveyê de nemaze jî di demên dawîn de demokrasiya xwecihî û nirxên demokrasiya bi giştî paşve diçin û ji bo vê yekê jî hinek qanûn hatine derxistin. Bi taybet jî ji aliyê hikûmeta navendî ve tayînkirina qeyûman zirarê dide demokrasiya xwecihî û demokrasiyê ji holê radike. Lê Tirkiyeyê di 21’ê mijdara 1988’an de Şertê Rêveberiyên Herêmî û Xweser ya Ewropayê îmze kiriye û ev di sala 1992’an de li TBMM’ê bi qanûna hejmar 3723 ve hatiye mîsogerkirin. Di vê çarçoveyê de;
 
1) Xala 4’emîn a Şertê Rêveberiyên Herêmî û Xweser a Ewropayê rasterast rêveberiyên herêmî eleqedar dike û destur nade ku ‘rêveberiyên herêmî ji aliyê rêveberiya navendî yan jî rêveberiya herêmî ve bê lawazkirin û sînorkirin’.  Lê KHK a hejmar 674’an bi xala 45’emîn a Qanûna Şaredariyê ya hejmar 5393 ve hat zêdekirin û li gorî vê qanûnê bêyî ku li benda biryara darazê bisekinin dikarin şaredaran ji peywirê dûr bixin û li şûna wan qeyûman tayîn bikin. Ev pêkanînan tê wateya lawazkirin û sînorkirina rêveberiyên herêmî. 
 
2) Li gorî xala 5’emîn a şertê ‘ger sînorên rêveberiyên herêmî were guhertin û di şertên awarte de bi rêveberiyên din ve bibin yek’divê ‘referandûm’ pêk were.  Li Tirkiyeyê li gorî makeqanûnê rêveberî wekî ‘rêveberiya navendî’ û ‘rêveberiya herêmî’ hatiye aşkerakirin.   Lê bi tayînkirina qeyûman ve peywirên rêveberên herêmî ango şaredar û meclisa şaredariyê  bi tayînkirina navendî ve li bajaran radestî waliyan û li navçeyan jî radestî qaymeqaman dikin. Peywirê ji kesên bi hilbijartinan hatine ser kar digirin û radestî kesên ku bi tayînkirinê hatine ser kar dikin û ev pêkanînan rasterast bandorê li welatiyan dike. Li şûna ‘referandûm’ an jî bi îstîşareyê nêrîna gel girtinê rasterast navend mudaxale dike û mafên welatiyan ên hemwelatiyê tê astengkirin.                                             
 
3) Di xala 6’emîn a şert de tê gotin ku ‘rêveberiyên herêmî li gorî rêxistinbûyîna xwe ya hundirîn divê pêwendiyên herêmî bi cih bînin dê bi xwe biryaran bidin’. Li gorî vê xalê têkiliya navbera rêveberiya navendî û rêveberiya herêmî di çarçoveya hewcedariyan de bi ahengî pêk bên. Maqamên herêmî rêxistinbûyînên navxweyî û ji bo ev bi pêwendiyên herêmî ve di nav ahengê de bin dê bixwe biryaran bidin. Li gorî vê xalê têkildarî sererastkirinên ku bi qanûnan hatine kirin bi rêgezên giştî tên diyarkirin. Lê ji bo rêveberiyên herêmî xizmetên baştir bike dê bi serê xwe sererastkirinên îdarî pêk bîne. Lê piraniya xebatên şaredariyên me ji aliyê waliyan tê redkirin û an jî ji aliyê mufetîşan ve dibe sedema lêpirsînan. Pergala hevserokatiyê rasterast bi vê xalê ve têkildar e. Pergala hevserokatiyê pêwistiyeke civakî ye û bi hilbijartinan hatiye erêkirin. Bi vê yekê ve rêveberiya navendî zirarê nabîne û nayê guhertin. Her wiha di meclisên şaredariyan de wekî pêkanîneke îdarî tê erêkirin. Ger ev bibe mijara lêpirsîna adlî û îdarî, ev pêkanîn li dijî peymana aliyan e.
 
4) Mafê tevlêbûna hemwelatiyan a rêveberiyên herêmî bi Pêveka Protokolê ya Şertê Rêveberiyên Herêmî û Xweser a Ewropayê ve hatiye sererastkirin. Li gorî benda yekem a Xala Yekemîn ‘Mafê tevlêbûna hemû kesan a karên rêveberiyên herêmî hatiye mîsogerkirin’.
 
Benda duyemîn; ‘mafê tevlêbûna karên rêveberiyê herêmî, diyarkirina berpirsyarî û rayeya û an jî hewldanên tesîrkirina mafê xebatê’ îfade dike.
 
Benda sêyemîn; ‘Qanûn dê bi kar anîna van mafan hêsantir bike û ji bo vê yekê bingehê ava bike. Qanûn bêyî ku li hemberî şexs an jî komekê bêedaletiyê bike û dikare ji bo rewşên cûda û an jê şexsên kategoriyê cûda tedbîrên taybet werbigire. Qanûn têkildarî berpirsyariyên makeqanûnî û navneteweyî yên aliyan û nemaze jî têkildarî hilbijêrên dikare tedbîrên bi sînor werbigire’ev tespît hatine kirin. Ji ber vê yekê mafê hibijartin û hilbijêran yê hemû hemwelatiyan bi tevlebûna bi yekser an jî ne yekser hatiye mîsogerkirin. Li gorî vê tevlûbûna şexs dikare bi awayekî azad bibe namzet, bi dengdayîna azad ve mafê xwe yê hemwelatiyê bîne cih. Li Tirkiyeyê mafê welatiyan a tevlêbûna rêveberiyên herêmî di hilbijartinên şaredar û endamên meclisa şaredariyan de bi dengdayînê ve têkildar e. Meclisên herêmî yên şaredariyan di tevlebûna hemwelatiyan a rêveberiyê de cihê herî bi bandor û peywirdar e. Ev maf bi makeqanûnê û Qanûna Şaredariyê ya Hejmar 5393 ve hatiye mîsogerkirin. Li gorî Xala 17’emîn a Qanûna Hejmar 5393’an; ‘Meclisa Şaredariyê dezgeha biryardayînê ya şaredariyan e û di qanûna têkilar de li gorî esas û usulên hatiye aşkerakirin ji namzetên hatine hilbijartin pêk tê’. Her wiha di Xala 18’emîn a heman qanûnê de peywir û raye hatine aşkerakirin.
 
Lê Qanûna Hejmar 5393 bi bendeke pêvek a KHK’ê ve hatiye guhertin û ji bo peywir a rayeyan guhertineke wiha hatiye kirin; ‘Di van şaredariyan de heta meclisa şaredariyê û şaredar bang nekin civîn nayên lidarxistin. Peywir û rayeyên meclis, encumen û komîsyonan li gorî xala 31’emin ji aliyê endamên encumenê ve tê rêvebirin.' Li şaredariyên ku qeyûm hatine tayînkirin de civîn nayên lidarxistin, memûrên ku ji aliyê qeyûman ve hatine peywirdarkirin hemû rayeyan pêk tînin. 
 
Tevlêbûna şaredariyan mafê hemwelatiyan e û bi awayekî fiîlî betalkirina meclisên şaredariyan tê wê wateyê ku mafê welatiyan a tevlêbûna rêveberiyên herêmî û dengdayînê ji destê wan hatiye girtin. Ji ber vê yekê li holê hilbijêrên ku deng hatine dayîn li holê nîn in û bêtir rêveberiyeke herêmî ku girêdayî qereqolan e ji gel re xizmetê nake.
 
 
MÎNAKA GABB’Ê: SÎNORÊN XESPKIRINÊ YÊN REJÎMÊ 
 
19 tebaxa 2019’an şaredariyên bajarên mezin ên Diyarbakır, Mêrdîn û Wanê piştî  2 mehan ji hilbijartina wan wekî şaredar ji peywîrê hatin girtin  û li şûna wan walî wekî qeyûm avêtin ser wan şaredariyan. Şaredarê bajarê mezin ê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli ku ji peywîrê haste girtin di heman demê de serokê Yekitiya Şaredariyên Başûr Rojhilatê Anatolyayê  (GABB)’ê bû jî û bi tevahî li dijî demokrasiya herêmî tevgeriyan û şaredar ji peywîrê girtin li şûna şaredar Walî wezîfedar kirin. 
 
Bi peywirdakirina waliyê Amedê ji bo bo serokatiya (GABB)’ê jî ne li gorî rêzik û qanûnên vê yekitiyê ye. Li gorî qanûn û rêbazên rêveberiya (GABB)’ê  û qanûna rêveberiya xwecihî ya hejmar 5393 jî ew kiryar derqanûnî ye. Li gorî madeya 14 a qanûnên rêveberiya herêmî ya Yekitiya (GABB)’ê  ji bilî sedema bêdewamiya serokê yekitiyê dikare were guhertin wekî din li gorî hukmê qanûnên yekitiyê tê tevgerîn. 
 
Qanûna şaredariyê ya peywîrdarkirinê di madeya 45’an de wiha tê gotin. “Dema ku ji ber sedemekê cihê serokatiyê vala bimîne, walî dikare di nava 10 rojan meclisa şaredariyê kom bike ‘.  Meclis dikare wekîlê yekemîn yê serok li şûna wî bicih bike, heke ew tune be wekîlê duyemîn yê serok tê wezîfedarkirin, heke ew jî nebe meclis bi rêveberiya endamê herî temen mezin de kom dibe.) heke serokatiya şaredariya vale mabe an jî di dema hilbijartinan de ji xizmetên cemawerî hate dûrxistin û ceza lê hatibe birîn an jî serok şaredar hatibe girtin wê gavê wekîlê serok tê hilbijartin. 
 
Piştî hilbijartinên herêmî yên 31  adarê  GABB di 21 ê hezîranê de civîna xwe ya yekemîn li dar xist û di wê civînê de serok, serokê dîwanê komisyon û endamên meclisê hatin hilbijartin.  Di encama hilbijartinê de serokê şaredariya bajarê mezin ê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli wekî serokê (GABB)’ê hate bi 110 dengan hatibû hilbijartin.  Piştî dûrxistina şaredar Mizrakli û li şûna wî peywîrdakirina walîyê Amedê  Hasan Basri Guzeloglu di heman demê de xwe wekî wekîlê serokê yekitiya şaredariyê (GABB)’ê  jî wezîfedar kir. Hasan Basri Guzeloglu tevî ku tu têkliya wî bi vê yekitiyê re tune ye jî xwe bi rengekî bê hiqûqî wezîfedar kir û bi vê yekê sûc kiriye û hîna jî di wî sûcê xwe de berdewame. 
 
Qeyûm Hasan Basri Guzeloglu tevli civîna meclisa  GABB ya di 30 îlonê de pêk hat nebû. Li şûna wî alîkarê walî tevli civînê bibû. Bi vê yekê jî bê isûlî û sûceke din li sûcên xwe zêdekir. 
 
Ji ber ku şaredar û serokê Yekitiyê hatibû girtin li şûna wî wekîla wî hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz vekirina civîna meclisê kiribû.  Li gorî rêziknameya GABB  madeya 14’an li ser navê dîwanê ji endamên meclisê re hatibû pêşinyarkirin û di encama dengdanê de hatibû qebûlkirin. 
 
Piştî ku pêşinyar hate qebûlkirin endamekî yekitiyê yê ji AKP’ê (alîkarê walî yê ku wekî qeyûm li şaredariya Şirnexê hatibû wezîfedarkirin) mafê axaftinê xwestibû. 
Di demekê de ku bi rengekî bê hiqûqî Hasan Basri Guzeloglu bûye şaredar û serokê Yekitiyê û bi rengekî bê hiqûq ev wekîlê wî jî li vir hatiye wezîfedarkirin wekî ku ew mafdar be diaxife û dibêje li vir bê hiqûqî û bê usûlî çêbûye. 
 
Li ser wê yekê hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya axaftineke berfireh kir. Tevî her tiştî dîsa wekîlê  walî xwe bi kusiyê ve zeliqand û ew cih dagir kir û wiha got: ‘Ez bi navê dewletê li virim û ez nahêlim hûn dengdanê bikin.  Ji xwe serokekê yekitiyê heye û ew jî walî ye’. Bi vî rengî wekîlê walî jî ji derveyî qanûnê tevgeriya û axaftina xwe berdewam kir. 
 
Piştî ku hevşaredarê bajarê mezin ê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli bi rengekî bê hiqûqî ji alî wezareta karên hundir ve ji peywîrê hate dûrxistin bi rengekî bê hiqûqî ji bo serokatiya  GABB’ê qeyûm hate wezîfedarkirin. Tiştê ku divyabû bibûya û wekî ku rêziknameya Yektiya GABB’ê û li gorî qanûna şaredariyan madeya 45. Diviyabû meclisa Yekitiyê li hev bicive û alîkarê serok li şûna wî were bicih kirin. Lê ew yek nebû û li şûna serok dîsa qeyûm hate wezîfedarkirin. 
 
 

Sernavên din

21/12/2019
14:42 Dayikên Şemiyê: Em destûr nadin bi destê darazê lêgerîna me ya edaletê asteng bikin
14:30 Xizmên windayan li aqûbeta Bahçecî û Kartal pirsîn
13:43 Tayînkirina qeyûm a Sûrê şermezar kirin: Em e çongê daneynin
13:20 Buldan: Êdî dawiya zilmkar û AKP’ê tê
12:43 Li Amedê zarokek mirî hat dîtin
12:32 HDP'ê li Wanê Konferansa herema Serhedê li dar xist
12:13 Saruca: Binçavkirin û girtinê dikin hinceta tayînkirina qeyûm
11:58 Serlêdana malbatan a ji bo çûyîna Îmraliyê hat redkirin
11:06 Qeyûmê sêyemîn tayînî Şaredariya Sûrê kirin
10:34 Rûsya û Çînê alîkariya ji bo Sûriyê ‘veto’ kir
10:28 Rojnameger Evran: Mudaxaleya Lîbya dibe îqtîdara Erdogan hilweşîne
10:26 Endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê: Hiqûqa AKP’ê di dewrê de ye
09:47 Di pêşengeha ‘Jûra Bîrê’ de balê dikişîne ser bîra 100 salî
09:23 HDP'ê bi demokrasiyê hevşaredar hilbijartin
AKP'ê jî qeyûm tayin kirin û hevşaredar girtin
09:22 Qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin
09:00 Li Dîlokê karkerek bû qurbana kar
09:00 Nûçeyên di rojnameyê de xistin stuyê belavkar: Tê xwestin 7 sal ceza lê bê birîn
09:00 Ji ber rojnameya kurdî doz li rêvebirên komeleyê vekirin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2019'AN
20/12/2019
19:47 Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr jî hat binçavkirin
16:28 ‘Ji bo tespîtkirina kujerên Elçî tu hewldan nayên kirin’
16:06 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga mitîngê
16:02 Nobeta Edaletê vê carê li Edeneyê bû: Cînayeta jinê polîtîk e
16:02 Rêveberê HDP’a Mêrdînê hat berdan
15:39 Cara duyem êrişî avahiya HDP’a Pasûrê kirin
15:07 Dê Komeleya Şêx Seîd serlêdana sûc bike
14:54 Doza Nisêbînê: Li dayika 5 zarokan a mala xwe terk nekir 10 sal ceza birîn
14:07 Qaçaxçiyên mirovan dest dirêjî medya civakî kirin
13:57 Berdevkê HDP’ê Kubîlay: Wezîrê Karê Navxweyî dijminê kurdan e
13:28 HDP: Divê êzidî vegerin xaka xwe û piştevaniya pergala demokratîk bikin
12:48 3 endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê ji wezîfeyê hatin dûrxistin
12:24 Polîsan li wekîla HDP'ê û encûmenên Sûrê dan
12:12 Rojhilata Navîn ketiye etra canê xwe Tirkiye ketiye etra ‘YPG’ê
12:11 Ceylan: Em ê faşîzma qeyûman têk bibin
11:41 Baroya Amedê: Em pêkanînên vîna gel tune dihesibînin qebûl nakin
11:24 Piştî şerê li Mêrdînê 6 gundî hatin binçavkirin
11:03 Rêxistinên rojnamegeran: Azîz Oruç 'terorize' kirin û girtin
10:40 Dadgehê Meletiyê ceza da rêveberên ÎHD û HDP’ê
10:20 Polîsan çek xist serê Hevşaredara Sûrê Buluttekîn!
09:20 Wê Meclîsa Ciwanan a Qersê ji bo bajêr projeyan çê bike
09:19 Îtiraza ji bo dosyeya Alî Bagdûr hat qebûlkirin
09:18 'Girtiyên pêkanînên kêfî qebûl nakin tên sirgûnkirin'
09:18 Ji dêvla polîsan derbarê ciwanên hatin derbkirin de îdianame amade kir
09:17 Tarîfa vê êşê çi ye? Çawa tê tarîfkirin?
09:16 Farqînî: Em ê bi saya zimanan biratiyê pêk bînin
09:15 Li Amedê di salekê de 9 jin hatine kuştin û hezar û 792 jê jî bi şidetê re rû bi rû mane
09:15 Xana Hesen Paşa jî tê texrîbkirin!
09:14 2019: Berxwedana zindanan deriyê Îmraliyê vekir
Ocalan disa muzakere û îtîfaqa demokratîk xwest
Hikûmetê dîsa deriyê Îmraliyê girt û dest bi şer û tayînkirina qeyûman kir
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2019'AN
08:19 Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn hat binçavkirin
19/12/2019
18:32 Ciwanê hat îşkencekirin girtin
17:03 Dayika Taybet bi bîr anîn
17:01 Dayikên Laçik Spî ku tên darizandin îşkenceya li wan hatiye kirin vegotin
15:41 Ûca êrîşa li dijî Êzidiyan bir Meclisê
15:38 Îşkence ji binçavkiriyan dirêjî heta ferdên malbatê bûye
15:26 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:58 ‘Em ê li gel Azîz Orûç û rojnamegerên din bin’
13:51 HDP: Ji bo ku 19'ê Kanûnê dubare nebin divê ders bên derxistin
13:38 Danezana 'Krîza Aborî' qedexe kirin
12:49 Jin li konferansê hatin gel hev
12:36 Ji doza Leylaya 4 salî kesek tahliye bû
11:58 Rêveberiya girtîgehê bi nîşeya 'xala qedexe' pirtûkan naxin girtîgehê
11:31 21 kesên hatibûn binçavkirin12 roj şûnde sewqî edliyê kirin
10:55 Ercan Kanar: Bêdengiya ji bo Îmraliyê wêrekî da hikûmetê
10:51 Ji Dersimê berteka li dijî Partiya Vatanê: Seyîd Riza bîr û nirxê gel e
10:44 Zarokên astengdar: Bila dayika me serbest bê berdan
09:24 OHD'ê ji bo malbata hat îşkencekirin gilî kir
09:23 'Erdogan, di mijara penaberan de aqlê xwe da der'
09:23 Gardiyan gefa li girtiyan dixwin: Hûn kî ne? Em ê we geber bikin!
09:16 ‘Tehde li girtiyên nexweş tê kirin'
09:14 Dayika ku hestiyên kurê xwe dîtin: 25 sal şûnde giham kurê xwe
09:11 Îdianameya derbarê mirina Şen a 12 salî hat îadekirin
09:10 Jinên Licê kooperatîfek ava kirin
09:08 Qeyûmên Mêrdînê 288 karker ji kar derxistine
09:06 Gardiyan ji girtiyan re got: Em ê ser we ne, em çi bixwazin hûn mecbûr in bikin
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2019'AN
18/12/2019
21:41 2 hevşaredar hatin girtin
18:42 4 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê
17:21 Yuksekdag: Ez du caran girtî me
16:52 Çalakiya ji bo Ceren Ozdemîr dîsa hat astengkirin
16:04 Li Meletiyê 5 jin hatin berdan
15:45 Bozgeyîk: Li dijî baca bê însaf, bê ewlehî û xizaniyê têbikoşin
14:59 Ebdî: Em amade ne pêşwaziya penaberên Sûriyê bikin
14:58 Uca: Berpirsiyarê êrişa li dijî Êzîdiyan dewlet e
14:57 ‘Em cihaneke ku zarok di kîsên cenazeyan de tên rêzkirin naxwazin'
14:28 Taşdemîr: Wê kujerên Cizîrê jî wek ên Srebrenitsa werin darizandin
13:45 Binçavkiriyên li Mêrdînê birin dadgehê
13:33 Li Qoserê girtina hevşaredar Yilmaz hat şermezarkirin
13:20 Walîtiya Mûşê çalakiyên ji bo tayînkirina qeyûman qedexe kir
13:06 Alîkarê midur ku bi îstismara zayendî tê sûcdarkirin, salek cezayê "rawestandina astê" girt
13:02 Rojnameger Azîz Oruç girtin
12:15 Nasnameya 3 polîsên îşkencekar hat tespîtkirin
12:02 Hevşaredar Sarûca û Yalçin anîn Edliyeyê
11:56 HDP beriya kongreya xwe li Amedê konferans li dar dixe
11:29 Li Ocalan û sê girtiyên din cezayên dîsîplînê birîn
11:28 7 rojnamegerên ji doza ‘Mûsa Çîtîl’ dihatin darizandin hatin beratkirin
10:58 Keça Taybet Înan: Ma pêkan e mirov vê hovîtiyê ji bîr bike?
10:44 Arikan qala komkujiya 19'ê Kanûnê kir: Îro hê bi xoftir e
10:18 Nûnerên partiyên siyasî: Dem dema rizgarbûna ji AKP’ê ye
09:30 Ev der ne kêmî Çernobîlê ye!