AMED - Derbarê belavkarê rojnameyê Necmettîn Tosûn ku li Xarpêtê Rojnameya Yenî Yaşamê belav dike doz hat vekirin. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku berpirsiyarê nûçeyên di Yenî Yaşamê de Tosûn e û hat xwestin bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 7 sal ceza lê bê birîn.
Belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê Necmettîn Tosûn ê 50 salî, di 22'yê Cotmeha 2019'an de gava li Xeraca Xozatê rojnameya Yenî Yaşamê belav dikir hatibû binçavkirin û paşê hatibû berdan. Piştî hat berdan derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin. Dozgeriyê lêpirsîn temam kir û derbarê Tosûn de îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Xarpêtê jî îdianame qebûl kir.
BELAVKAR KIRIN BERPIRSIYAR!
Di îdianameyê de hejmara rojnameyê ya 22'yê Cotmehê cih girt. Ji ber manşeta "Beyaz fosfor bûlgûlari" ku derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, di îdianameyê de hat gotin ku bi nûçeyên derew ên bi vî rengî Tirkiye tê bêîtibarkirin û propagandaya rêxistinê tê kirin.
Her wiha ji bo nûçeyên bi sernavê “Gozalti oncesî ûygûlama: Tacîz, tecavuz tehdîdş, îşkence”, "Ebdî: Turkiye çikmak zorûnda" û ji bo nivîsa Seydî Firat a bi sernavê "Her yerde saldirilara karşi çikalim", nivîsa Mûsa Pîroglû ya bi sernavê "Lanetlî yalnizlik" û nivîsa Ercan Jan Aktaş a bi sernavê "Rojava Devrîmî" hat gotin ku operasyona Tirkiyeyê wekî "dagirkeriyê" hatiye wesifandin û dîsa "propagandaya rêxistinê" hatiye kirin.
Dozgeriyê, di îdianameyê de derpêş kir ku berpirsiyarê van nûçeyan belavkar Tosûn e û xwest bi "propagandaya rêxistinê" di navebra salekê û 7 sal û nîvan de cezayê girtîgehê lê bê birîn.
Parêzera Tosûn Ozum Vûrgûn, anî ziman ku derbarê hejmara ku Tosûn belav kiriye de di 22'yê Cotmehê de biryara berhevkirinê tune bûye û got: "Şûbeya TEM'ê di 13'ê Mijdarê de ji bo hejmara 22'yê Cotmehê ya Rojnameyê giliyê Tosûn dike. Dadgeha Cezayê Sulhê ya 1'ê ya Xarpêtê jî di 28'ê Mijdarê de biryara berhevkirina rojnameyê dide. Yanî piştî Tosûn tê binçavkirin 38 roj şûnde biryara berhevkirinê tê dayîn". Her wiha Vûrgûn, diyar kir ku biryara berhevkirinê teblîxî rojnameyê nehatiye kirin.
‘BERPIRSIYAR NE BELAVKAR E'
Vûrgûn, da zanîn ku li gorî xala 11'an a qanûna çapemeniyê berpirsiyarê cezayî xwediyê rojnameyê, derhênerê giştî yê weşanê û edîtor in û got: "Berpirsiyar ne belavkar e. Heger belavkar zanibe biryara berjevkirinê heye û rabe belav bike sûc e. Ji xwe ev jî rasterast nab propgandaya rêxistinê. Ji ber nebûna biryareke berhevkirin û biryareke ku piştî 38 rojan tê dayîn divê belavkar neyê sûcdarkirin. Lê belê dozger tenê xisûsên di aleyhê de berhev dike, delîlên di lehê de berhev nake. Armanc ne ew e ku derbarê Necmettîn Tosûn de lêpirsînek bê destpêkirin, armanc bêdengkirin çapemeniyê ye. Armanc tenê bêdengkirina nûçeyên Yenî Yaşamê ne". konuştu.
‘NE QEDEXEYE LI BAYIYAN TÊ FIROTIN'
Necmettîn Tosûn jî anî ziman ku ji sala 2015'an ve rojnameyan belav dike û got, heta niha rojnameya Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Welat, Ozgurlukçu Demokrasî û Yenî Yaşamê belav kiriye. Tosûn, da zanîn ku di 15'ê Tîrmeha 2018'an de li Xarpêtê ji ber belavkirina rojnameyan hatiye girtin û 46 rojan di girtîgehê de maye û paşê 3 sal û meh û 15 roja cezayê hepsê lê hatiye birîn. Tosûn, got: "Gava min rojname belav dikir polîsan dora min girt. Bêyî biryarek hebe ez binçav kirim. Li emniyetê 2 polîsan ji min re got, 'Em bi te bawer in. Rojnameyê jî belav bike û ji bo em jî bixebite'. Min got, 'Ez li Xarpêtê ne rojnameyê belav dikim ne jî ji bo we dixebitim'. Wan jî got, 'Xarpêt ne te ne jî vê rojnameyê naxwaze'. Min got, rojname li bayiyan tê firotin. 4 sal in dixebitim. Heta ji destê min bê ez ê belav bikim. Bi belavkirina rojnameyê propagandayê nakim. Du zarokên min nexweş in û ez bi belavkirina rojnameyê debara xwe dikim. Rojname ne qedexe ye, li bayiyan tê firotin. Dixwazin ez nexebitim û debara xwe nekim. Bi zanebûnî dikin."
Derhênerê Weşana Giştî yê Yenî Yaşamê Ferhat çelîk jî anî ziman ku li Tirkiyeyê rojnamevanên muxalif tim û tim wekî "terorîst" tên ehsibandin û got, ev têgih tenê ne ji bo rojnameya wan e. Çelîk, diyar kir ku xeta weşanê ya rojnameyê zelal e û ew ê tim û tim bibin dengê derdorên bindest.
Her wiha Çelîk da zanîn ku rojnameyên rojane hemû di bin kontrola dozgeriyên çapemeniyê re derbas dibin û got: "Sirf ji bo rojname negihê gel tiştên wisa dikin. Lê çi dikin bila bikin wê rojnameya me çap bibe, wê bigihê xwendevanên xwe û em ê jî vê kevneşopiyê bidomînin".
MA / Aydin Atay