* Ji ber rojnameya Azadiya Welat û hin kovarên kurdî, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" derbarê rêvebirên KURDÎ-DER'ê de îdianame hat amadekirin.
* Derbarê belavkarê rojnameyê Necmettîn Tosûn ku li Xarpêtê Rojnameya Yenî Yaşamê belav dike doz hat vekirin. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku berpirsiyarê nûçeyên di Yenî Yaşamê de Tosûn e û hat xwestin bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 7 sal ceza lê bê birîn.
* HDP'ê di hilbijartina 31’ê Adarê tevî hemû hîle, zext û astengiyan jî bi giştî 65 şaredarî qezenç kirin. Beriya HDP'ê şaredariyan ji destê qeyûm bistîne, Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan gotibû 'Ew şaredariyan bistînin emê dîsa qeyûm tayîn bikin' û piştî hilbijartinan heta niha 31 şaredarî ji destê HDP'ê girtin û qeyûm tayîn kirin. HDP'ê Hevşaredar bi demokrasiyê hilbijart, AKP'ê bi qeyûm daxist.
* Hunermend Ahmet Guneştekîn bi navê “Odeya Hafizayê” pêşengehek vekir û ev pêşengeh bîra 100 salî ya Tirkiyê didarizîne. Hunerhez bi kêfxweşiyê diçin temaşeya pêşengehê û berhemên li vir gelek diecibînin.
* Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê dê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li Salona Vedat Dalokay kongreya xwe pêk bînin. (10.00)
* Înîsiyatifa Ji Giriyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li pêş Şaxa ÎHD ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)
* Platforma Şaxan a KESK'ê ya Mêrsînê, dê mîtînga "Em dixwazin bi mirovayî bijîn" li Qada Sdata Tevfik Sırrı Gur li dar bixin. (14.00)
* Rêxistina Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Mêrsînê dê bi tevlêbûna Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenol 10'emîn Kongreya Giştî ya Mêrsînê pêk bînin. (11:00)
* Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi boneya binçavkirina Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Buluttekin û Cemal Ozdemîr şermezar bikin dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
* Dayikên Şemiyê, bi boneya aqûbeta windayan bipirsin dê li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe berdewam bikin.(11.00)
* Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan bi boneya aqûbeta windayan bipirsin dê li avahiyên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê çalakiyên xwe di hefteya 567'an û 473'an de berdewam bikin. (12.30)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiya "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (14.00)