MÊRDÎN – Rêveberê HDP’a Mêrdînê Abidîn Unay ê nexweşiya dil pê re heye û ji ber xebatên xwe yên siyasetê hatibû girtin, hat berdan.
Li Mêrdînê di meha cotmehê de siyasetmedarên kurd hatibûn girtin. Yek ji van siyasetmedaran jî rêveberê HDP’a Mêrdînê Abidîn Unay ê nexweşîna dil pê re heye bû. Danişîna ewil a doza Unay li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Unay û parêzerê xwe di dozê de amade bûn.
Unay di danişînê de parastina xwe kir û got ew ji ber xebatên partiya xwe hatiye girtin û sûcdarkirin û xwest were berdan.
Piştî parastina parêzer, dadgehê dema girtinê ya Unay li ber çavan girt û biryara berdanê wî da.
Dadgehê danişînek din taloqî 18’ê adara 2020’an kir.