MÊRDÎN – Li gundên Şêba Jêr û Şêbê yên di navbera navçeyên Dêrik û Şemrexê yên Mêrdînê di 17'ê Kanûnê de esker derketin operasyonê û şer derketibû. Piştî şer eskeran 6 gundî binçav kirin.
Eskeran di 17'ê Kanûnê de li Gundê Şêba jêr ê Şemrexê û Şêbê yê Derikê derketibûn operasyonê. Walîtiya Mêrdînê di 17'ê Kanûnê de qedexeya derketina gundan îlan kiribû. Piştî qedexeyê û operasyona eskerî, eskeran bi ser gund de girtibûn û 6 gundî binçav kiribûn. Eskeran li Gundê Şêbê bi ser malan de girt û welatî Sercan Dolek, Vedat Belgîn, Halîl Belgin, Nezîr Demir, Aydin Ozrak û Bedrettin Ozge binçav kirin.
6 gundiyên hatin binçavkirin birin Mirûriyeta Polîsan a Mêrdînê. Piştî operasyona 17'ê kanûnê hat diyar kirin ku şer derketiye û di şer de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat zanîn ku cenazeyê 4 kesan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.