AMED – Nûnerên rêxistinen Rojnamegeran bertek nîşanî girtina Rojnameger Azîz Oruç dan û wiha gotin: "Azîz Oruç terorize kirin û girtin. Biryara dadgehê ya der barê Oruç de ne hiqûqî ye. Biryarek siyasî ye."
Dewleta Îranê piştî Rojnameger Azîz Oruç di ser têlan re avêt aliyê Tirkiyeyê, Oruç di 11'ê Kanûnê de li Bazîdê ya Agiriyê hat binçavkirin û di 18'ê Kanûnê de ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Bazîrê ve hat girtin. Heyeta dadgehê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" Oruç girt û şand girtîgehê.
Piştî der barê Oruç de doz hat vekirin, Oruç neçar ma ku derbasî Herêma Kurdistan a Federeyê bibe. Oruç, piştî 3 salan li wir Rojnamegerî kir, di 10'ê Kanûnê de ji bo derbasî Ewropa bibe, di ser Îranê re derbasî Ermenîstanê bû. Lê Ermenistanê destûr neda û dîsa radestî Îranê kir. Îranê jî Oruç avêt sînorê Tirkiyeyê. Oruç, li ser sînorê navbera Îran û Tirkiyeyê terkî mirinê hat kirin. Dema Oruç, derbasî Bazîdê ya Agiriyê bû hat binçavkirin.
MKGP: GIRTINA AZÎZ ORUÇ LI DIJÎ PÎŞEYÊ ROJNAMEGERIYÊ SÛC E
Nûnerên rêxistinên rojnamegeran bertek nîşanî girtina Azîz Oruç dan û diyar kirin ku biryara girtinê siyasî ye.
Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKGP) Ayşe Guney, diyar kir ku girtina Aziz Oruç sûcê li dijî pîşeya rojnamegeriyê ye û wiha got: “Xwestin hevalê me manipule bikin. Li ser rojnamegerekî agahiyên şaş dan raya giştî û raya giştî şaş agahdar kirin. Ev ji bo azadiya çapemeniyê û mafê agahiyê ji bo Tirkiyeyê wêneyekî nexweş e. Azîz Oruç rojnameger e. Her kes şahidê vê yekê ye. Girtina Oruç ne hiqûqî ye. Siyasî ye."
TGS: AZÎZ TERORÎZE KIRIN Û GIRTIN
Nûnerê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) yê Amedê Mahmut Oral jî anî ziman ku Azîz Oruç terorîze kirin û girtin û wiha got: "Oruç di encama hevkariya Îran û Ermenistanê de avêtin Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê hikûmet li dijî hiqûqê daxuyaniyê dide û daraz jî li gorî van daxuyaniyan biryarê dide. Em dibînin ku hiqûq û edalet li gorî biryarê îqtîdarê tev digere. Darazê fermana ku ji Serokomar û îqtîdarê girt pêk anî. Azîz terorize kirin û girtin. Divê rojnameger Oruç serbest bê berdan."
ÎRA: AZÎZ KIRIN HEDEF Û GIRTIN
Berdevkê Înîsîyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan jî anî ziman ku Azîz Oruç kirin hedef û girtin û got: "Terorizekirina Azîz Oruç nêzîkatiyek bi zanebûn e. Bêyî Aziz bê darizandin sûcdar kirin û dadgehê wisa biryar da. Ev nîşan dide ku dadgeh ne serbixwe ye."