MELETÎ – Li Meletiyê rêveberên ÎHD’ê û HDP’ê ku ji ber xebatên xwe dikirin dihatin darizandin ceza li wan hat birîn.
Li Meletiyê di 27’ê mijdara 2018’an de Hevserokê HDP’a Meletiyê yê berê Ozcan Agdaş, Hevseroka DBP’a Meletiyê Nermîn Tuncel, Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Meletiyê Gonul Ozturkoglû, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Battalgazî Ahmet Aksu, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yeşîlyûrtê Azîz Dogan, rêveberê HDP’a Meletiyê yê berê Hasan Karvar û endamê HDP’ê Ahmet Tûran Sertkaya hatibûn binçavkirin. Hasan Karvar hatibû berdan û 6 kesên din bi angaşta “endamên rêxistinê ne” hatibûn girtin.
Di danişînên hatibûn dîtin de her 6 kes jî hatibûn tahliyekirin. Danişîna biryara dozê ya siyasetmedaran du roj berê li Dadgeha Meletiyê hat dîtin.
28 SAL Û 8 MEH CEZA
Dadgehê li Azîz Dogan salek û 8 meh ceza, li Ahmet Aksû salek û 8 meh ceza birî û cezayê wan taloq kir. Dadgehê li Gonul Ozturkoglû 6 sal û 3 meh ceza, li Nermîn Tuncel 6 sal û 3 meh ceaz, li Ozcan 6 sal û 3 meh û li Hasan Karvar 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birî. Dadgehê derbarê Ahmet Tûran Sertkaya jî biryara beratê da.
‘BIRYAR SIYASÎ YE’
Seroka Şaxa ÎHD’ê Gonul Ozturkoglû biryara dadgehê nirxand û da zanîn ku biryar ne hiqûqî ye û biryar bi temamî siyasî hatiye dayîn. Ozturkoglû destnîşan kir ku ew ji ber xebatên xwe yên mafên mirovan ên komeleyê hatiye cezakirin û got: “Ez bang li dadger û dozgeran dikim ku guh bidin hiqûqê û li gorî vê yekê tevbigerin.”