QERS - Wê Meclîsa Ciwanan a Qersê, ji bo ciwan di warê civakiyî, zanistî, çandî, hunerî, sportîf û hwd. de pêş bikevin wê projeyan çê bike.
Meclîsa Ciwanan a Qersê, di 3'yê Mijdarê de di bin banê Konseya Bajêr a Qersê de bi dirûşmeya "Ji bo Qersê em dest bidin hev" hat avakirin. Wê meclîsa ciwanan, ji bo çareserkirina pirsgirêkên ciwanan projeyan çê bike. Meclîs ji 22 ciwanan pêk tê û seroka wê Başak Ozhan e. Ozhan, anî ziman ku armanca meclîsê ew e ku ciwan di warê civakiyî, zanistî, çandî, hunerî, sportîf û ragihandinê de pêş bikevin.
CIWAN Û SIYASET
Ozhan, destnîşan kir ku ciwan xwedî potansiyeleke wiha ne ku dikarin cîhanê bi pêş ve bibin û got, di bûyerên civakiyî de ciwan wêrek in û loma dikarin cîhanê û welat veguherînin. Ozhan, da zanîn ku meclîsa wan ne daxilî tu rêxistineke siyasî ye û got: "Mixabin niha ciwan bi pêşdarazî û bi awayekî neyînî nêzî siyasetê dibin. Lê ji bo pêşketina welat divê ciwan di refên pêş ên siyasetê de bin. Ciwan, ji bo çareserkirina pirsgirêkan afirînertir e. Em tev li civînên Şaredariya Qersê dibin û fikrên xwe tînin ziman. Her wiha şaredar jî qîmetê didin fikrên me û ev jî li xweşa me diçe".
PROJEYÊN MECLÎSÊ
Ozhan, destnîşan kir ku qadeke civakiyî tuneye ku ciwanên Qersê lê bêhna xwe vedin û wextê xwe derbas bikin û got, niha ciwan tenê diçin kafeyan. Ozhan, da zanîn ku li bajêr tenê eywaneke sînemayê heye û got, meclîsa wan ji bo çareserkirina vê meseleyê ligel kursa wêneyan û zimanê îngilîzî, dest bi xebatên ji bo avakirina qulûba şanoyê jî kiriye. Ozhan, got: "Projeyên me yên ji bo xwezayê hene. Ji bo vê me hevdîtin bi Midûriyeta Çand û Turîzmê re hevdîtin çê kirin. Wê Projeya Ji Bo Xwezayê Lêxe bi sê zimanan; kurdî, azerkî û tirkî be. Her wiha em dixwazin zimanê îşaretê jî bi kar bînin. Armanca me ew e ku em bi vê projeyê dîroka Qersê jî bidin der".
Ozhan, da zanîn ku li bajêr xwendekarên zanîngehê rojê ji bo 30 TL'yî 9 saetan tên şoxulandin û got, ew ê ji bo xwendekaran jî kafeyekê vekin. Ozhan, got: "Bûrsa ku dewlet dide me têr nake. An jî nade her kesî. Ciwan jî ji bo debara xwe bikin di şert û mercên xirab de dixebitin. Lê armanca me ew e ku ciwan di şert û mercên baş de bixebitin".
Herî dawî Ozhan gazî ciwanan kir û got: "Bi vî awayî em ê temasî bajêr, temasî jiyanê bikin. Loma em li benda ciwanên Qersê ne".
MA / Dîndar Karataş