STENBOL - Endamê Desteya Koma Xebatê ya Tora Ziman û Çandan Zimanzan Zana Farqînî, got: "Em ê bi saya zimanan li erdnîgariya Kurdistanê biratiyê pêk bînin".
Tora Ziman û Çandan, di 23-24'ê Mijdarê de li Amedê civînek çê kiribû. Endamê Desteya Koma Xebatê ya Tora Ziman û Çandan Zimanzan Zana Farqînî, derbarê xebatên torê de axivî û got, di ji niha û şûnve ew ê nexşereyêkê diyar bikin û gavine pratîk bavêjin.
‘EM Ê NEXŞEREYEKÊ ÇÊ BIKIN'
Farqînî, anî ziman ku ji bo di civakê de hayjêxwebûnek çê bibe li hev kom bûne û got, li erdnîgariya Kurdistanê ziman hemû bi asîmlasiyonê re rû bi rû mane. Farqînî, diyar kir ku ji bo pêşniyarin hatine kirin û nîqaşkirin bi dawî bibin ew ê gavina bavêjin. Farqînî, destnîşan kir ku ji bo vê ew ê nexşerêyekê çê bikin û got: "Em ê di qada siyasî de jî zimanê xwe zelal bikin. Em ê bi saya zimanan li erdnîgariya Kurdistanê biratiyê pêk bînin".
‘YEKÎTÎ ŞERT E'
Farqînî, destnîşan kir ku êdî dem ew dem e ku hin tişt pêk bên û got: "Divê em karê îro taloq nekin. Wext derbas dibe. Êdî em hatine wê astê ku dikarin zimanê xwe bi kar bînin. Me ev ziman ji dê û bavên xwe bi emanetî girtiye. Lê em di rewşeke wisa de ne ku nikarin vê emanetê dewrî zarokên xwe bikin. Ev jî cihê êşbariyê ye".
‘WÊ GAVINE PRATÎK BÊN AVÊTIN'
Farqînî, ji bo civînên ewil ên torê jî diyar kir ku bal kişandine ser asîmlasiyona li ser zimanan, xwedîderketina li ziman, rewşa partî û saziyên kurdan, yekîtîya neteweyî, yekîtiya fikrî, polîtîkaya yek zimanî ya Tirkiyeyê hwd. Farqînî, diyar kir ku wê civînên wan bi bi nîqaş, tespît û pêşniyaran bisînor nemîne û got, deklerasyona hatiye aşkerekirin jî li ser asasê yekîtiya fikrî hatiye aşkerekirin. Farqînî, got wê gavine pratîk bên avêtin.
Farqînî, anî ziman ku êrîşên li ser kurdan kirine ku kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin û got: "Kurdî, zimanê kurdan hemûya ye. Divê em xwedî li vî zimanî derkevin ku em hê pêşvetir biçin".
MA / Mehmet Halît Çetînbaş