AMED - Xwediyên kargehên li Xana Hesen Paşa, şaneşînên xanê bi caman girtin.
Li Sûr a Amedê, texrîbkirina avahiyên dîrokî didome. Niha jî Xana Hesen Paşa ku di nav Lîsteya Heyînên Çandî yên Tescîlkirî de ye tê texrîbkirin. Xwediyên kargehên li xanê ji bo qezenceke zêde zirarê didin xanê. Xwediyên kargehan şaneşînên xanê bi caman girtin.
Li Amedê nêzî 700 avahiyên dîrokî di nav Lîsteya Heyînên Çandî yên Tescîlkirî de ne. Yek ji vana jî Xana Hesen Paşa ye. Li gor vê lîsteyê divê raçînga avahiyên dîrokî bi tu awayî neyê xirabkirin. Lê belê xwediyên kargehên li xanê sirf ji bo mişteriyên wan zêde bibin rabûne şaneşînên (balkonên) xanê bi caman girtine.
Midûriyeta Herêmê ya Desteya Parastina Heyînên Dîrokî û Midûriyeta Herêmê ya Weqfan bi qasî 300 metreyî dûrî xanê ne, lê belê ji bo vê rewşê xwe li bêdengiyê danîne.
Serokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefhan Aydin, texrîbata tê kirin nirxand û got: "Ev ne tiştekî rast e. Çimkî ew der devereke tescîlkirî ye. Çi bê kirin divê Midûriyeta Herêmê ya Desteya Parastina Heyînên Dîrokî kontrol bike. Lê mixabin di demên dawî de weziyeteke bêcezatiyê heye. Di 3 salên dawî de; bûyerên li Sûrê, nêzîkatiya ji bo dîrokê rê li ber pêkanînên bi vî rengî vekir".
'DIVÊ BIZMAREK JÎ NEYÊ KUTANDIN'
Aydin ku got "Sûr, bûye devereke ku nayê kontrolkirin" û got: "Halbûkî gava li Sûrê bizmarek jî bê kutandin divê ew bi destûra Desteya Parastinê pêk bê. Lê ev nayê kirin. Ev hem peywira Desteya Parastinê ye hem jî ya Şaredariya Sûrê ye. Lê ev sazî karên xwe nakin. Em jî veguherîne saziyeke ku hema berpisiyariyên van saziyan bi bîra wan bixin. Ev pêkanîn bi tu awayî nayê qebûlkirin. Çimkî gava mesele avahiyeke tescîlkirî be, ew der milkê wî be jî ji ber ku êdî mîrateyeke hevpara a mirovahiyê ye nikare li gor dilê xwe herekt bike. Milkê wî, be jî nikare vê yekê bike. Divê Desteya Parastinê, Midûriyeta Herêmê ya Weqfan û Şaredariya Sûrê peywira xwe bi cih bînin".