* Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, piştî 8 salan di encama berxwedana Zindanan a di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de bi parêzeran re hevdîtin kir. Ocalan di sala 2019'an de tenê 5 caran bi parêzeran re û 2 caran bi malbatan re hevdîtin kir. Di van hevdîtinan de dîsa peyama çareseriya demokratîk, aştiya civakî, berdewama têkiliyên gelê Kurd û Tirk a dîrokî da. Ocalan di peyama dawî de got: "Ez ji kurdan re cih vedikim. Werin em pirgirêka kurd çareser bikin. Ez dibêjim ku ez ê di hefteyekê de rewşa şer û îhtîmala şer ji holê rakim. Ez bi xwe bawerim. Ez ji bo çareseriyê amade me. Ancak dewlet jî û aqilê dewletê jî divê tişta pêwîst bike." Lê hikûmetê bi tayînkirina qeyûmê û şerê li dijî rojava bersîv da peyama Ocalan û dîsa cezayê dîsîplînê birî.
* Xwediyên kargehên li Xana Hesen Paşa, şaneşînên xanê bi caman girtin.
* Li Amedê, di salekê de 9 jin hatine kuştin. 7 jê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane û hezar û 792 jê jî bi şidetê re rû bi rû mane. Seroka Komeleya Jina ya Rosayê Adalet Kaya, got li dijî kuştina jina ew ê li qadan bitêkoşin.
* 2 sal berê van çaxan ji Goristana Xerzanê 267 cenaze hatibûn derxistin û şandibûn Stenbolê. Li ser vê malbatan ji bo DNA'yê xwîn dan. Yek ji van kesan jî Arîf Acar e. Acar, got: "Tarîfa vê êşê çi ye, çawa tê tarîfkirin?"
* Derbarê 26 ciwanên HDP'î de bi îdiaya "astengkirina peywirê" îdianame hat amadekirin.
* Alî Bîlen ku çû Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê û hevdîtin bi birayê xwe Bişar Bîlen re çê kir, diyar kir ku girtî bi pêkanînên kêfî re rû bi rû dimînin û got, girtiyên nerazîbûnên xwe nîşan didin jî tên sirgûnkirin.
* Endamê Desteya Koma Xebatê ya Tora Ziman û Çandan Zimanzan Zana Farqînî, got: "Em ê bi saya zimanan li erdnîgariya Kurdistanê biratiyê pêk bînin".
* Dosyeya derbarê mirina Alî Bagdûr ku li Cizîrê di dema qedexeyê de hatibû kuştin hatibû girtin. Lê belê parêzeran îtiraz kir û Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Şirnexê jî îtiraza parêzeran qebûl kir.
* Wê Meclîsa Ciwanan a Qersê, ji bo ciwan di warê civakiyî, zanistî, çandî, hunerî, sportîf û hwd. de pêş bikevin wê projeyan çê bike.
* Nûnerên Turk-İş, Hak-İş û DİSK'ê bi boneya butçeya 2020'an binirxînin dê li navenda Giştî ya Turk-İş'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.15)
* Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, dê têkildarî geşedanên di nava hefteyê de li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30)
* Nûnerên KESK'ê dê li pêş Peykerê Ataturk ê Ulusê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)
* Baroya Amedê dê ji bo Serokê Baroya Amedê yê hat kuştin Tahîr Elçî li pêş Edliyeya Amedê “Kursiya Mafên Mirovan a Tahîr Elçî" di hefteya 207'an de berdewam bike. (13.30)