MÊRSÎN - Ciwanê ku li Emniyeta Mêrsînê hat îşkencekirin, hat girtin.
Gernas Atûg (25) ku di 9'ê Kanûnê de gava dixwest biçe li sînorê Edîrneyê hatibû binçavkirin, biribûn Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê. Li emniyetê îşkence li Atûg hatibû kirin. Piştî karên li emniyetê sewqî Edliyeya Mêrsînê hat kirin.
Atûg bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û wî şandin girtîgehê.