Dayikên Laçik Spî ku tên darizandin îşkenceya li wan hatiye kirin vegotin

  • rojane
  • 17:01 19 Kanûn 2019
  • |
img

STENBOL – Dayikên Laçik Spî yên li Bakirkoya Stenbolê ji bo greva birçîbûnê çalakî li dar xistibûn û doz li wan hat vekirin, dadgehê de parastina xwe kirin û îşkence û muameleya xerab li wan hatiye kirin vegotin.

Dayikên Laçik Spî di serdema grevên birçîbûnê de li navçeya Bakirkoya Stenbolê ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê çalakî li dar xistibûn û ji ber çalakiyê hatibûn binçavkirin û derbarê wan de bi angaşta “Ne endamên rêxistinê ne, alîkariya rêxistinê kirine” û “Propaganda rêxistinê kirine” doz li wan hatibû vekirin. Danişîna ewil a doza Dayikên Laçik Spî li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çagalayana Stenbolê hat dîtin. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût û gelek kesan dozê şopand. 
 
Dayikên Laçik Spî û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Piştî tespîta nasnameyan dayikan parastina xwe kir. Dayikan bi kurdî parastina xwe kir. 
 
‘BÊYÎ ME HIŞYAR BIKIN MUDAXELE KIRIN’ 
 
Ewil ji Dayikên Laçik Spî Behiye Dag axivî û da zanîn ku ji bo ew balê bikişînin ser greva birçîbûnê çalakiya rûniştinê li dar beşdarî çalakiyê bûye û got: “Li qada çalakiyê bêyî ku polîs me hişyar bikin, mudaxeleyî me kirin. Polîsan li me da. Lêdanê di maşîneya polîsan de dewam kir. Min di wê çalakiyê de mafên xwe yên yasayî bikar anî.” 
 
DADGEHÊ DESTÛR NEDA ÎŞKENCEYÊ VEBÊJE 
 
Dag anî ziman ku ew di binçavan de bi lêgerîna tazî re rû bi rû maye û heyeta dadgehê mudaxeleyî parastinê kir û heyetê got “di çarçoveya angaştnameyê de parastina xwe bike.’ Parêzeran diyar kir ku heyeta dadgehê mafê binpêkirinê binpê dike û gotin: “Rewşek îşkencekirinê li holê heye. Divê mudaxeleyî parastina miwekîla me neyê kirin.” 
 
‘ME BI ERDÊ RE KAŞ KIRIN’ 
 
Pişt re dayika Kumrî Akgul parastina xwe kir û wiha got: “Me bi erdê re kaşkirin û binçav kirin. Di maşîneya polîsan de jî îşkence li me kirin. Polîsên di temenê neviyên min de muameleya xerab li min kirin. Laçika min a spî avêtin erdê. Min got ‘şerm e wisa nekin.’ Li emniyetê jî muameleya xerab li me hat kirin.” 
 
Heyeta dadgehê mudaxeleyî parastina Akgul jî kir û xwest beşa têkildarî îşkence û muameleya xerab li girtekê neyê zêdekirin. Parêzeran dîsa îtîrazî heyetê kir û xwest parastina dayikan li girtekê were nivîsandin. 
 
Piştî vê rageşiyê heyetê navberek kin da danişînê. 
 
‘MIN TIŞTEK WIHA DI FÎLMAN DE JÎ NEDÎTIYE’
 
Piştî navberê ji dayikan Menekşe Demîr parastina xwe kir û wiha got: “Dema em çûn qada çalakiyê, polîsan beriya me qadê dorpêç kiribû. Wekîlan li pêşiya me bi amirên polîsan re hevdîtin kirin. Di wê navberê de em jî li ser peyarêyê rûniştin. Di wê kêliyê de polîsan bêserûber me binçav kirin. Polîsan li me dan. Polîsek mêr min li erdê dirêj kir û polîsek jin jî bi porê min girt û min bi erdê re kaş kir. Tevî ku min got ez nexweş im jî lê li min dan. Di maşîneya polîsan de bêhna min çikiya. Tevî vê yekê jî polîsan dîsa li min da û heqaretên kirêt li min kirin. Tiştek wiha min di fîlman de jî nedîtiye. Li gel ku keça min û birayê min parêzerin jî lê wê tişta anîn serê me min ji wan re negot.” 
 
‘DI MAŞÎNEYÊ DE ÎŞKENCE LI ME KIRIN’ 
 
Ozlem Noyan jî da zanîn di kêliya mudaxeleyê de hevalek wê ji hişê xwe çûye û got: “Me xwest em mudaxeleyî hevala xwe bikin, lê polîsan me binçav kir. Di maşîneya polîsan de îşkence li me hat kirin. Di heman demê de li emniyetê jî muameleya xerab li me hat kirin.” 
 
‘LI DAYIKAN NEDIN LI MIN BIDIN’ 
 
Hacî Ûgîş ê bi dayikan re hat binçavkirin jî wiha qala wê rojê kir: “Polîsan bêserûber êrişî me kirin. Li dayikan dan. Min got ‘ew dayikin li wan nedin. Heke hûn li wan bidin, li şûna wan li min bidin.’ Piştî min wisa got, polîsan li min jî da. Em bi îşkenceyek giran re hevrû man.” 
 
‘POLÎSAN ÎŞKENCE KIRIYYE DIVÊ EW BÊN DARIZANDIN’ 
 
Piştî parastina yên tên darizandin, parêzerên wan jî parastina miwekîlên xwe kirin û gotin polîsan hêzek mezin li hember dayikan bikar aniye, îşkence li wan hatiye kirin û xwestin hemû miwekîlên wan werin beratkirin. Parêzeran got li şûna miwekîlê wan divê polîs werin darizandin. 
 
DÊ EW POLÎS WERIN GUHDARKIRIN 
 
Piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û xwest ji bo polîsên wê rojê li cihê bûyerê bûn ji bo werin guhdarkirin nivîs ji emniyeta Stenbolê were nivîsandin û biryara rakirina sepana tedbîra kontrola edlî ji ser dayikan were rakirin da. Heyeta dadgehê danişîn taloqî 19’ê sibata 2020’an kir. 
 

Sernavên din

21/12/2019
14:42 Dayikên Şemiyê: Em destûr nadin bi destê darazê lêgerîna me ya edaletê asteng bikin
14:30 Xizmên windayan li aqûbeta Bahçecî û Kartal pirsîn
13:43 Tayînkirina qeyûm a Sûrê şermezar kirin: Em e çongê daneynin
13:20 Buldan: Êdî dawiya zilmkar û AKP’ê tê
12:43 Li Amedê zarokek mirî hat dîtin
12:32 HDP'ê li Wanê Konferansa herema Serhedê li dar xist
12:13 Saruca: Binçavkirin û girtinê dikin hinceta tayînkirina qeyûm
11:58 Serlêdana malbatan a ji bo çûyîna Îmraliyê hat redkirin
11:06 Qeyûmê sêyemîn tayînî Şaredariya Sûrê kirin
10:34 Rûsya û Çînê alîkariya ji bo Sûriyê ‘veto’ kir
10:28 Rojnameger Evran: Mudaxaleya Lîbya dibe îqtîdara Erdogan hilweşîne
10:26 Endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê: Hiqûqa AKP’ê di dewrê de ye
09:47 Di pêşengeha ‘Jûra Bîrê’ de balê dikişîne ser bîra 100 salî
09:23 HDP'ê bi demokrasiyê hevşaredar hilbijartin
AKP'ê jî qeyûm tayin kirin û hevşaredar girtin
09:22 Qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin
09:00 Li Dîlokê karkerek bû qurbana kar
09:00 Nûçeyên di rojnameyê de xistin stuyê belavkar: Tê xwestin 7 sal ceza lê bê birîn
09:00 Ji ber rojnameya kurdî doz li rêvebirên komeleyê vekirin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2019'AN
20/12/2019
19:47 Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr jî hat binçavkirin
16:28 ‘Ji bo tespîtkirina kujerên Elçî tu hewldan nayên kirin’
16:06 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga mitîngê
16:02 Nobeta Edaletê vê carê li Edeneyê bû: Cînayeta jinê polîtîk e
16:02 Rêveberê HDP’a Mêrdînê hat berdan
15:39 Cara duyem êrişî avahiya HDP’a Pasûrê kirin
15:07 Dê Komeleya Şêx Seîd serlêdana sûc bike
14:54 Doza Nisêbînê: Li dayika 5 zarokan a mala xwe terk nekir 10 sal ceza birîn
14:07 Qaçaxçiyên mirovan dest dirêjî medya civakî kirin
13:57 Berdevkê HDP’ê Kubîlay: Wezîrê Karê Navxweyî dijminê kurdan e
13:28 HDP: Divê êzidî vegerin xaka xwe û piştevaniya pergala demokratîk bikin
12:48 3 endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê ji wezîfeyê hatin dûrxistin
12:24 Polîsan li wekîla HDP'ê û encûmenên Sûrê dan
12:12 Rojhilata Navîn ketiye etra canê xwe Tirkiye ketiye etra ‘YPG’ê
12:11 Ceylan: Em ê faşîzma qeyûman têk bibin
11:41 Baroya Amedê: Em pêkanînên vîna gel tune dihesibînin qebûl nakin
11:24 Piştî şerê li Mêrdînê 6 gundî hatin binçavkirin
11:03 Rêxistinên rojnamegeran: Azîz Oruç 'terorize' kirin û girtin
10:40 Dadgehê Meletiyê ceza da rêveberên ÎHD û HDP’ê
10:20 Polîsan çek xist serê Hevşaredara Sûrê Buluttekîn!
09:20 Wê Meclîsa Ciwanan a Qersê ji bo bajêr projeyan çê bike
09:19 Îtiraza ji bo dosyeya Alî Bagdûr hat qebûlkirin
09:18 'Girtiyên pêkanînên kêfî qebûl nakin tên sirgûnkirin'
09:18 Ji dêvla polîsan derbarê ciwanên hatin derbkirin de îdianame amade kir
09:17 Tarîfa vê êşê çi ye? Çawa tê tarîfkirin?
09:16 Farqînî: Em ê bi saya zimanan biratiyê pêk bînin
09:15 Li Amedê di salekê de 9 jin hatine kuştin û hezar û 792 jê jî bi şidetê re rû bi rû mane
09:15 Xana Hesen Paşa jî tê texrîbkirin!
09:14 2019: Berxwedana zindanan deriyê Îmraliyê vekir
Ocalan disa muzakere û îtîfaqa demokratîk xwest
Hikûmetê dîsa deriyê Îmraliyê girt û dest bi şer û tayînkirina qeyûman kir
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2019'AN
08:19 Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn hat binçavkirin
19/12/2019
18:32 Ciwanê hat îşkencekirin girtin
17:03 Dayika Taybet bi bîr anîn
17:01 Dayikên Laçik Spî ku tên darizandin îşkenceya li wan hatiye kirin vegotin
15:41 Ûca êrîşa li dijî Êzidiyan bir Meclisê
15:38 Îşkence ji binçavkiriyan dirêjî heta ferdên malbatê bûye
15:26 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:58 ‘Em ê li gel Azîz Orûç û rojnamegerên din bin’
13:51 HDP: Ji bo ku 19'ê Kanûnê dubare nebin divê ders bên derxistin
13:38 Danezana 'Krîza Aborî' qedexe kirin
12:49 Jin li konferansê hatin gel hev
12:36 Ji doza Leylaya 4 salî kesek tahliye bû
11:58 Rêveberiya girtîgehê bi nîşeya 'xala qedexe' pirtûkan naxin girtîgehê
11:31 21 kesên hatibûn binçavkirin12 roj şûnde sewqî edliyê kirin
10:55 Ercan Kanar: Bêdengiya ji bo Îmraliyê wêrekî da hikûmetê
10:51 Ji Dersimê berteka li dijî Partiya Vatanê: Seyîd Riza bîr û nirxê gel e
10:44 Zarokên astengdar: Bila dayika me serbest bê berdan
09:24 OHD'ê ji bo malbata hat îşkencekirin gilî kir
09:23 'Erdogan, di mijara penaberan de aqlê xwe da der'
09:23 Gardiyan gefa li girtiyan dixwin: Hûn kî ne? Em ê we geber bikin!
09:16 ‘Tehde li girtiyên nexweş tê kirin'
09:14 Dayika ku hestiyên kurê xwe dîtin: 25 sal şûnde giham kurê xwe
09:11 Îdianameya derbarê mirina Şen a 12 salî hat îadekirin
09:10 Jinên Licê kooperatîfek ava kirin
09:08 Qeyûmên Mêrdînê 288 karker ji kar derxistine
09:06 Gardiyan ji girtiyan re got: Em ê ser we ne, em çi bixwazin hûn mecbûr in bikin
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2019'AN
18/12/2019
21:41 2 hevşaredar hatin girtin
18:42 4 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê
17:21 Yuksekdag: Ez du caran girtî me
16:52 Çalakiya ji bo Ceren Ozdemîr dîsa hat astengkirin
16:04 Li Meletiyê 5 jin hatin berdan
15:45 Bozgeyîk: Li dijî baca bê însaf, bê ewlehî û xizaniyê têbikoşin
14:59 Ebdî: Em amade ne pêşwaziya penaberên Sûriyê bikin
14:58 Uca: Berpirsiyarê êrişa li dijî Êzîdiyan dewlet e
14:57 ‘Em cihaneke ku zarok di kîsên cenazeyan de tên rêzkirin naxwazin'
14:28 Taşdemîr: Wê kujerên Cizîrê jî wek ên Srebrenitsa werin darizandin
13:45 Binçavkiriyên li Mêrdînê birin dadgehê
13:33 Li Qoserê girtina hevşaredar Yilmaz hat şermezarkirin
13:20 Walîtiya Mûşê çalakiyên ji bo tayînkirina qeyûman qedexe kir
13:06 Alîkarê midur ku bi îstismara zayendî tê sûcdarkirin, salek cezayê "rawestandina astê" girt
13:02 Rojnameger Azîz Oruç girtin
12:15 Nasnameya 3 polîsên îşkencekar hat tespîtkirin
12:02 Hevşaredar Sarûca û Yalçin anîn Edliyeyê
11:56 HDP beriya kongreya xwe li Amedê konferans li dar dixe
11:29 Li Ocalan û sê girtiyên din cezayên dîsîplînê birîn
11:28 7 rojnamegerên ji doza ‘Mûsa Çîtîl’ dihatin darizandin hatin beratkirin
10:58 Keça Taybet Înan: Ma pêkan e mirov vê hovîtiyê ji bîr bike?
10:44 Arikan qala komkujiya 19'ê Kanûnê kir: Îro hê bi xoftir e
10:18 Nûnerên partiyên siyasî: Dem dema rizgarbûna ji AKP’ê ye
09:30 Ev der ne kêmî Çernobîlê ye!