AMED - Parlamentera HDP'ê Feleknaz Ûca, rewşa êzîdiyên ku li Êlihê ji aliyê kesên ku erden wan dagir kiribûn ve rastî êrîşê hatibûn, bir rojeva Meclisê.
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknaz Ûca, bi pêşnûmepirsekê rewşa welatiyên êzîdî ku li Êlihê ji aliyê kesên ku erden wan ên li gundê Kelhokê yê navçeya Qubînê dagir kiribûn ve rastî êrîşê hatibûn, bir rojeva Meclisê. Ûca, di pêşnûmepirsa xwe de bi bîr xist ku welatiyên êzidî Nedîm Erkîş û Cevdet Tûkû ji aliyê 10 kesan ve rastî êrîşê hatine.
Ûca, di pêşnûmepirsa xwe de bi daxwaza bersivandina Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay ev pirs kirin:
“* Li gel ku tapoyên erdan hene jî ji ber kîjan sedemî pêvajoya darizandinê 8 salan berdewam kir?
* Li gel ku dadgehê ji malbatan re biryar daye jî ji ber êrîşan nikarin erdên xwe rakin û bajon. Ji bo peşîligirtina êrîşên li dijî xwediyên erdan tu xebat û hewldaneke we heye?
* Der barê kesên ku li gel biryara dadgehê jî erd dagir dikin û êrîşî xwediyên erd dikin tu lêpirsîn hatiye destpêkirin?"