AMED - Polisan, bi hinceta qedexeya Walîtiya Amedê destûr nedan ku danezanên 'Krîza Aborî' ku ji aliyê Partiya Komunistan Kurdistanê ve hatibûn amadekirin bên belavkirin.
Serokê Giştî yê Partiya Komunistan Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek û rêveberên partiyê, ji bo belavkirina danezanên ku têkildarî krîza aborî amade kiribûn, li ber avahiya partiya xwe ya li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li hev kom bûn. Polisan avahiya partiyê dorpêç kir û bi hinceta qedexeya Walîtiya Amedê, destûr nedan ku danezanên hatibûn amadekirin bên belavkirin. Çîftyurek û partiyî bertek nîşanî vê rewşê dan.
Çîftyurek, li gel astengiya polisan jî daxuyaniyek da çapemeniyê. Çîftyurek bi bîr xist ku di rojekê de 4 kesan ji ber bêkariyê dawî li jiyana xwe anîne û wiha got: "Dixwazin fatoreya vê krîzê li gel bibirin. Duh saet di 23.00'an de polisan danezanê ji me girt û paşê ji me re ragihandin ku destûr ji bo belavkirinê hatiye dayîn. Lê em îro bi biryareke nû re rû bi rû ne. Banga me ji gel ê me re ev; çareya krîza aborî, ne îtîxarkirin e, çare têkoşîn û birêxistinbûn e."
Piştî daxuyaniyê Çîftyurek û rêveberên partiyê derbasî partiya xwe bûn.