MEREŞ - Elîf Kisa ku 2 zarokên wê yên astengdar hene di 3'ê Kanûnê de hat girtin û şandin girtîgehê. Zarokên Elif Kisa yê 43 Îsmaîl û yê 41 salî Ahmet ên astengdar xwestin dayika wan bê berdan û gotin: “Em ji dayika xwe pir hez dikin, Bila dayika me bê berdan."
Li Navçeya Elbistan a Mereşê di 3'ê Kanûnê de Elîf û Alî Kisa hatibûn biunçavkirin û bi îdîaya “Alîkarî daye rêxistinê" hatibû girtin. Li ser îtîrazê Hevserokê HDP'ê yê Elbistanê Alî Kisa, bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA), piştî dayik û bav hatin girtin çû mala Kisa û zarokên astengdar Ahmet Kisa û Îsmaîl Kisa ziyaret kirin. Dayika 63 salî Elîf Kaya ku nexweş e û 5 cure îlac dixwe, li ser îfadeya şahidê nepen hat girtin û zarokên wê Ahmet (41) û Îsmail Kısa (43) yên astengdar bê dayika xwe nikarin bi serê xwe bijîn. Îsmail ku nizane dayika wê hatiye girtin ode bi ode li dayika xwe digere û nizane dayika wî hatiye girtin.
Alî Kisa, anî ziman ku hevjîna wî Elif Kisa ji ber li ser navê girtiyekî Sûriyeyî pere razand û piştî demekê mîktara perê wê zêde bû, tê dawanbarkirin û wiha got: “Em hêj nizanin sedema binçavkirina me û girtina hevjîna min çiye. Çi ji me dixwazin. Ez, hevjîna min û Rêveberekî HDP'ê Bekîr Kara em bi hevre di 3'ê kanûnê de hatin binçavkirin. 3 sal berê jî bi heman sûcdariyê ez hatim girtin û pişti 7 mehan em beraet bûn.
'JI BER JI GIRTÎ RE PERE ŞAND HAT GIRTN'
Alî Kisa anî ziman ku ji ber hevjîna wî Elif Kisa ji girtiyekî re pere şand hat girtin û wiha got: "Girtiyekî ji Sûriyeyê ji ber şer malbata wî nekarîbû bên girtîgehê. 6 sal berê mirovên der dora HDP'ê bi biryara dadgehê diyar kirin ku wasî ye. Kisa, anî ziman ku veşartina wasiya girtî Abdullah Hasan ê Sûriyeyî ye û wiha got: “Mehê carekê diçû ziyaretê. Li vir Kurd û Elewî dema diçin cihekî destvala naçin. Ev kevneşopiyek e. Ji ber vê yekê hevjîna min jî dema diçû girtîgehê 150-200 TL pere radizand. 6 salin pere kom bûn û gihiştin hejmarek zêde. Ya din carekê hevjîna min çûbû hevdîtina vekirî. Malbatên girtiyan bi hevre hatin atolyeya me. Di destê wan malbatan de gelek gelek wêne hebûn. Girtiyên girtîgehê wêne xêz kiribûn. Wê demê muşteriyên ji Ewropa hatibûn hebûn. Muşteriyan li wêneyên ji girtîgehê hatibûn nerîn, pir ecibandin û kirîn. Ji ber derfetên malbatan ên pereyan bişînin girtîgehê tune bû pere li cem hevjîna min hiştin. Hevjîna min jî we pere dîsa li ser hesabê girtiyan razand. Ji ber hêjmara pere zêde bû, hevjîna min hat girtin."
Kisa, destnîşan kir ku hevjîna wî pir dilpak e û wiha axivî: "Gelek nexweşiyên wê hene. Raporên wê yên tenduristiyê hene. Divê li cihê vekirî û paqij bijî. Lê ew girtin û avêtin zindanê. Niha 2 zarokên min ên astengdar hene. kurê min Îsmail ê astengdar pir xemgîn dibe. Elîf hemû alîkarî dida îsmaîl. Piştî Elîf hat girtin Îsmaîl bi tenê ma. Li odeyê malê li dayika xwe digere. Niha ez û Ahmet bi wî eleqeder dibin û pêdiviyên wî pêşwazî dikin. "
Îsmail Kisa ku hêj nizane çi bûye û hewl dide wate bide mijarê, ode bi ode digere û li dayika xwe digere. Birayê astengdar Ahmet Kisa jî got: “Dayika min u bavê min hatin binçavkirin û hatin girtin. Bavê min li ser îtirazê hat berdan. Lê îtîraza ji bo dayika min red kirin. Dayika min hêj girtî ye. Em pir ji dayika xwe hez dikin. Bila dayika min bê berdan."
MA / Muhamed Abdulkadir Esen