EDENE - Li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê Gulîstan Al, ragihand ku gardiyan gefan li wan dixwin û ji wan re dibêjin: "Hûn kî ne? Em ê we geber bikin. Cihê we diyar e, hûn sûcdar in".
Parêzerên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê di 17'ê Kanûnê de li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê hevdîtin bi Gulîstan Alê re çê kirin. Alê, bi rêya parêzeran binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi raya giştî re parve kirin.
'JIMARIYA ŞIPYAKÎ TÊ FERZKIRIN'
Al, diyar kir ku nexasim jî daxwaznameyên ji dozgeriyan û Wezareta Dadê re dişînin ji hêla îdareya girtîgehê ve esas nayên girtin û ji bo daxwaznameyên wan tê gotin "ewlehiya saziyê dixe xetereyê" û daxwaznameyên wan tên qetandin. Al, da zanîn ku li qawîşeke kapasîteya wê 6 kes in 10 kes dimînin û li qawîşa wan girtiyên extiyar û nexweş jî hene. Al, got: "Mafê me yê revîrê heftê carekê ye, lê kirine 2 hefteyên carekê. Ji ber vê dermanên dayikên extiyar û nexweş dereng didin. Ji ber ku kapasîteya qawîşê 6 kes e, amûrên wê jî li gor 6 kesan hatine diyarkirin û ji bo girtiyan ektra betanî, dolabên kincan andin. Her wiha mafê hevdîtina vekirî-girtî 30 deqe ye. Gava em diçin nexweşxane, revîr, hevdîtin hwd. jimariya şipyakî tê ferzkirin".
Al, diyar kir ku li kantînê amûrên kirtasiyeyê nayên firotin û ên ji derve ji wan re tên şandin jî nadin wan, kaxez û pênûsên bireng hatine qedexekirin û bi girtiyên din re nikarin daxilî çalakiyên civakiyî û çandî bibin. Al, got: "Her wiha car heye em dixwazin ji kantînê hin tiştên xwarin û vexwarinê bikirin, lê belê dibêjin 'Me li qawîşên din belav kirine, heta dor hat we qediya'. Her wiha kotaya kincan jî li gor usûlê pêk nayê. Ji ber şertên hewayê emd ixwazin kincên xwe yên havînê bidin û ji dêvla wan ên zivistanê wergirin, lê nahêlin. Hewa çi qasî sar dibe bila bibe herî zêde em dikarin du qazaxan wergirin".
'NASNAME TÊ FERZKIRIN'
Al, anî ziman ku di 13'ê Kanûna 2019'an de ji bo 2 hevalên me kargo hat, lê belê vê carê ji bo wergirtina kargoyê 'pêkanîna karta nasnameyê' li wan hat ferzkirin û kargoyên wan bi awayekî kêfî nedan wan. Al, got: "Gardiyanên bi navê Eda û Zeynep, heqaret li me kirin û gotin 'Hûn kî ne? Em ê we geber bikin. Cihê we diyar e, hûn sûcdar in'. Li gel vê bi awayekî fizîkî jî mudaxileyî me kirin û piştî munaqeşeya ji bo kargoyê deriyê qawîşê li ser me girtin. Paşê me hevdîtin bi midûr re kir û me kargoya xwe wergirt. Yanî li vê girtîgehê li hemberî girtiyên jin cihêkariyek heye".
MA / Hamdûllah Kesen