MÊRSÎN - Serokê Şaxa ÎHD'a Mêrsînê Hakki Demîr, diyar kir ku mafê tedawîkirinê yê girtiyan tê astengkirin û ji ber vê girtî serî li komeleya wan didin. Demîr, anî ziman ku an girtî sewqî nexweşxaneyan nayên kirin an jî gava tên kirin muayeneya bikelemçe li wan tê ferzkirin û tehde li wan tê kirin.
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 458 jê giran hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Serokê Şaxa ÎHD'a Mêrsînê Hakki Demîr, anî ziman ku di demên dawî de ji ber astengkirina mafê tedawîkirinê girtî serî li komeleya wan didin.
14 KESAN SERÎ LÊ DA
Demîr, destnîşan kir ku an girtî sewqî nexweşxaneyê nayên kirin an jî gava tên kirin muayeneya bi kelemçe li wan tê ferzkirin û tehde li wan tê kirin. Demîr, da zanîn ku van girtiyan serî li komeleya wan daye:
"Ji Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Tarsûsê Mehmet Bîlîcî; nexweşîna dil pê re heye û 72 salî ye. Ji Girtîgeha Jimare 3 a Tîpa T a Tarsûsê Abdûlazîz Ozdemîr; pençeşêra prostatê, pençeşêra çerm lê peyda bûye û dilê wî nerihet e. Ji Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê Mûrat Karaaslan. Ji Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê Azat Taş; ji sedî 62 astengdarê zihnî ye. Ji Girtîgeha Sîlîfkeyê; Fehîm Ogûz; felcî ye. Ji Girtîgeha Tîpa L a Rîze «mût Savaş Koçyîgît. Ji Girtîgeha Tîpa L a Kalkandera ya Rîzeyê Mehmet Emîn Okdem; ji sedî 80 astengdar û şîzofrenî ye. Ji Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê Vedat Bozkûrt. Ji Girtîgeha Jina ya Tarsûsê Saniye Agbay. Ji Girtîgeha Tîpa T a Beşîkdozuyê Mesût Yuksel. Ji Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê Ozzgur Azat Înîcî. Ji Girtîgeha Jina ya Alîaga ya Îzmîrê Mevlude Baştaş; 61 salî ye, ji sedî 90 astengdar e. Ji Girtîgeha Tîpa T a Denîzlî Nûrî Bagiş".
Demîr, destnîşan kir ku 14 girtiyên nexweş ên serî li wan dane, mafên tedawîkirina wan tê astengkirin û got: "Divê girtiyên nexweş bên berdan û wextên xwe yên dawî li cem malbatên xwe derbas bikin".