BEDLÎS - Dayik Salîha Altintaş ku piştî 2 salan cenazeyê kurê xwe Bûrhan Altintaş wergirt, got piştî 25 salan gihaştiye kurê xwe. Ap Alaattîn Altintaş jî got: "Hestiyên zarokên me, mûyek porê wan jî wê bibe paşeroş û çanda têkoşîna me".
Di sala 2017'an de ji Goristana Xerzanê ya Bedlîsê 267 cenaze hatibûn derxistin û wan şandibûn Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê. Yek ji van cenazeyan jî ê Bûrhan Altintaş (Nûman Tetwan) bû. Piştî 2 salan cenazeyê Altintaş radestî malbatê hat kirin û ji Gora Bêkesan a Kîlyosê hat derxistin. Malbatê cenazeyê Altintaş li gundê Peyndas ê Bedlîsê veşart.
Altintaş, di sala 1971'ê de li gundê Peyndas ê Tetwan a Bedlîsê hatiye dinê. Piştî gundê wan tê şewitandin di sala 1994'an de koçî Stenbolê dikin. Gava li Stenbolê li eskeriyê bû tev li nav refên PKK'ê dibe û nayê zanîn kengî jiyana xwe ji dest daye. Lê belê malbata wî dibêje di sala 1997'an de tevî sê hevalên xwe li Xerzanê ji hêla cerdevanan tên jehrîkirin û kuştin. Malbatê, anî ziman ku piştî kurê wan jiyana xwe ji dest daye 22 sal in cenazeyê xwe nedîtine, lê piştî cenazeyên ji Xerzanê hatine derxistin ji bo DNA'yê nimûne dane û bi vî awayî hestiyên kurê xwe dîtine.
'25 SAL ŞÛNDE GIHAŞTIM KURÊ XWE'
Dayik Salîha Altintaş, anî ziman ku 25 sal in kurê xwe nedîtiye û ji bo wî bibînin tu der nemaye neçûnê. Altintaş, diyar kir ku piştî cenaze ji Goristana Xerzanê hatine derxistin û birine Stenbolê wê jî ji bo DNA'yê nimûne daye û got: "25 sal şûnde min kurê xwe dît. Min kurê xwe bi destê xwe anî gund û veşart. 25 sal şûnde gihaştim kurê xwe".
‘DIXWAZIN BÎRA KURDAN NEHÊLIN'
Ap Alaattîn Altintaş jî, diyar kir ku piştî Goristana Xerzanê hatiye xerakirin ew jî çûne ATK'ê û ji bo testa DNA'yê xwîn dane û piştî 3 mehn wan cenazeyê xwe ji Goristana Bêkesan a Kîlyosê derxistiye. Altintaş, got: "Ji bo em hestiyên zarokên xwe bibînin em têkoşiyan. Hin kes dixwazin dîroka me, paşeroja me bi me bidin jibîrkirin. Lê em ê ji bîr nekin. Em ê xwedî li dîroka xwe û paşeroja xwe derkevin. Hestiyên zarokên me, mûyek porê wan jî wê bibe paşeroş û çanda têkoşîna me".
Ap Altintaş, destnîşan kir ku dewlet bi zanebûnî goran xera dike û got: "Têkoşîna me dîroka me ye. Wê nikaribin bîra me tune bikin".
‘YEKÎTIYA NETEWEYÎ'
Altintaş, destnîşan kir ku ji bo pêkanînên bi vî rengî çê nebin yekîtiya neteweyî bivê nevê ye û got: "Êdî divê kurd ji hev dûr nekevin, ji bo yekîtiya neteweyî çi hewce be divê bê kirin. Heta yekîtiya neteweyî çê nebe, heta em neyên cem hev du, heta em bi hev re nefikirin wê ji bo me tu qadên jiyanê çê nebin. Heger yekîtî hebûna wê îro gorên me nehatana bombekirin. Heger çê nebe, wê hîn bêtir gorên me bên bombekirin, wê cenazeyên me bên revandin, wê bîra me tune bikin. Loma yekîtiya neteweyî bivê nevê ye".
Her wiha ap Altintaş bang li malbatên din jî kir û xwest ji bo cenazeyan nimûneyê bidin.
MA / Ayşe Surme