MÊRDÎN - Li Mêrdînê piştî qeyûm tayînî şaredariyên HDP'î hemûyan hatin kirin, heta niha 288 karker ji kar hatine derxistin. Serokê Şaxa Genel-Îşê Rahmî Guneş, anî ziman ku li ser karkeran zext û zorî hene û gef li wan tên xwarin.
Wezareta Karên Navxweyî di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kiribû. Piştî vê qeyûm tayînî şaredariyên 5 navçeyên Mêrdînê jî kirin. Piştî qeyûm hatin tayînkirin heta niha 288 karker ji kar hatine derxistin. Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê 236, ji Şaredariya Stewrê 42, ji Şaredariya Qoserê 9 û ji Şaredariya Nisêbînê jî karkerek ji kar hatiye derxistin. Her wiha tê gotin li Şaredariya Qoserê jî ji bo 50 karkeran biryar hatiye girtin û wê di nêzde ji kar bên derxistin.
LI KARKERAN GEF TÊN XWARIN
Serokê Şaxa Genel-Îşê Rahmî Guneş, anî ziman ku piştî qeyûm hatine tayînkirin hêdî hêdî karker jî ji kar tên derxistin. Guneş, bibîr xist ku heta niha herî zêde ji Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê karker ji kar hatine derxistin. Guneş, da zanîn ku hin karkerên ji kar hatine derxistin karkerên 9-10 salan bûne.
Guneş, destnîşan kir ku li ser karkeran zext û zorî hene û îstifkirina ji sendîkayan li wan tê ferzkirin. Guneş, diyar kir ku ji bo vê jî gef li karkeran tê xwarin û got: "Karkeran dibin sendîkayên cuda. Ji wan re dibêjin 'Şîfreya xwe ya e-dewletê bidin. Hejmara nasnameya xwe bidin. Heger hûn nedin em ê we ji kar derxin'. Karker jî nizanin wê çi bikin. Em bi rewşeke dramtîk re rû bi rû ne. Demildest divê dev ji van pêkanînan bê berdan. Em DÎSK, em ê tim li cem karkeran bin û mafên wan biparêzin".
MA / Ahmet Kanbal