ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê ku girtî tê darizandin Figen Yuksekdag, di danişîna dozê de diyar kir ku axaftina wê ya wekî sûc tê hesibandin, ji bo ronîkirina paşeroja Tirkiyeyê bû û bi vê yekê xwest Tirkiye li rastiya xwe vegere û bibîne ye. Yuksekdag, destnîşan kir ku ew 2 caran girtî ye û wiha got: "Hikûmet ji bo darizandina siyasetmedarên HDP'ê darazê araste dike. Ji xwe îqtîdar jî diyar dike ku ezê nayêm berdan."
2'emîn danişîna doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag bi îdîaya "Kêmxistina milletê tirk, dewleta komara tirk û daraza tirk" tê darizandin li 12'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Yuksekdag ji Girtîgeha Tîpa F a Kandira bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Parêzerên Yuksekdag jî di danişînê de amade bûn. Danişîna dozê piştî tespîta nasnameyan dest pê kir. Yuksekdag, di danişîna dozê de axivî û wiha got: “Heta niha darizandina min wekî lîstika şano bû. Îqtîdara siyasî bandor û tundiya xwe li ser darazê berdewam dike. Ez kesa wekîltî û hevserokatiya wê hatiye xezpkirin hêj ji aliyê gel ve wekî parlamenter im. Gel ev wekîltî daye min. Girtina min li dijî hiqûqê ye û neheqî ye. Îqtîdara siyasî darazê wekî amûr dide xebitandin û min dadirizîne. Saziya darazê jî li hemberî vê yekê tênakoşe. Daraz tê binpêkirin. Divê axaftina min bi rêya SEGBİS'ê bê qeydkirin." Heyetê jî daxwaza Yuksekdag qebûl kir.
Yuksekdag, anî ziman ku heta niha parastinek berfireh nekiriye û wiha got: “Mixabin ji ber ne di destê me de ye, em nikarin hiş û zextên li ser me tên avakirin em nikarin parastinê bikin. Hikûmet siyasetmedarên HDP’ê bi rêya darazê kontrol dike. Îqtîdar jî diyar dike ku dê me bernedin. Ez du caran girtî me. Gelê Ewropa u Gelê Tirkiyeyê dizane ku ez li dijî hiqûqê girtî me. Axaftina min a 12 deqîqe kirine mijara darizandinê. Ez di vê axaftina xwe de qala bandora salên 1980’î û 1990’î dikim. Baweriya min ji hiqûqê nayê. Baweriya min ji heq tê. Niha hiqûqa heyî bi KHK'yan tê amadekirin. Destûra bingehîn nikare têkoşînek pergala demokratik û hiqûqê bide. Li şûna ev doz li Dadgeha Cezayê Asliye bê dîtin, bi KHK'ê guhertin çêkirin. Zagonên mafê bingehîn ma bi KHK’ê tê sererastkirin? Ger ku em biryarên di serdema OHAL û KHK'yan hatine derxistin niqaş bikin em nikarin ji nava wê derkevin. Tu pirtûkên hiqûqê jî nikarin bersîva vê yekê bidin. Ev welat bi KHK'yan nayê rêvebirin. Wê bi xwe re kaosê ava bike."
Yuksekdag, herî dawî xwest dosyo dozê sewqî Dadgeha Cezayê Asliyeyê bike û ger hat qebûlkirin bi doza sereke ya li 16'emin Dadgeha Cezayên Giran re bike yek. Parêzerê Yuksekdag Kenan Maçoglu jî xwest ev dosya bi dosya sereke re bibe yek û wiha got: “Di dozek asayî de diviya bû bi lez biryara beraetê dabûya. Lê Wezareta Dadê destûra lêpirsînê daye. Piştî dosya bûn yek wê demê ezê der barê esasê dê agahî û belgeyên xwe pêşkêş bikim.
Prz. Maviş Aydin jî anî ziman ku tev li daxuyaniya muwekila xwe dibe û wiha got: “Failên nediyar rastiya paşeroja Tirkiye ya tarî ye. Daxuyaniya muvekkila min li ser vê dîroka tarî ye. Divê bi lez biryara beraetê bê dayîn. Piştî dosya kirin yek wê demê ezê berfireh parastinê bikim.
Dozger jî xwest daxwaza parêzer û Yuksekdag a dosya bibin yek bê redkirin. Heyeta dadgehê jî ji bo mînakan lêkolîn bike danişina dozê taloqî 27'ê Sibata 2020'an kir.