MELETÎ - Li Meletiyê ji 11 jinên hatibûn binçavkirin jê 5 jin hatin berdan.
Polîsan li Meletiyê 11 jin binçav kiribûn. Ji 11 jinên hatin binçavkirin Hevseroka ESP'ê ya Meletiyê ya berê Ayşe Işik, Rêvebera Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal (PSKD) Sayime Tuncel, Hatice Zengin û namzeta parlamentera HDP'ê ya berê Betul Kurnaz Kiliç û endamên HDP'ê Gule Dogan ên li Meletiyê hatin binçavkirin anîn Edliyeya Meletiyê. Ayşe Şakar a li Stenbolê jî hatibû binçavkirin bi rêya SEGBÎS'ê îfade da dozgeriyê. 5 jinên ku li dozgeriyê îfade dan serbest hatin berdan.
Li aliyê din Hevseroka HDP'ê ya berê Fatma Alataş, Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk Reyhan Bakir, Rêvebera PSKD'ê Hatice Zengin, Rêvebera DBP'ê ya berê Hatun Aydın, Rêvebera HDP'ê ya bajar a berê Zeynep Dogan û endama HDP'ê Sevgi Çinar li Meletiyê di bin çavan de tên girtin.
HDP: EM SERÎ NATEWÎNIN
Rêxistina HDP'ê ya Meletiyê jî têkildarî 11 jinên hatin binçavkirin li avahiya HDP'ê ya Meletiyê daxuyanî da. Hevserokê HDP'ê yê Meletiyê Kemal Gedik, anî ziman ku tu aliyê hiqûqê yê binçavkirinê tune ye û wiha got: "Beriya kongreya me 11 siyasetmedarên jin hatin binçavkirin. Dixwazin bi vê yekê HDP'ê çavtirsandî bikin. Ev polîtîkaya têkbirinê ye. Em tu carî serî danînin. Gelek hevalên me li gel koma 40- 50 polîsan hatin binçavkirin. Ev ne hiqûqî ye."