NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî piştrast kir ku endamên DAIŞ li kêleka leşkerên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer dikin. Ebdî got ew amade ne ku pêşwaziya penaberên Sûriyê yên li derve jî bikin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî di daxuyaniyeke xwe de li ser tora Skynewsê ragihand ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê endamên DAIŞ'ê hevkariya leşkerên Tirkiyê dikin.
Ebdî da zanîn ku Tirkiyê hişt ku temenê komên DAIŞ'ê dirêjtir bibe û heta sala 2015'an jî Tirkiyê qebûl nekir ku li dijî DAIŞ'ê şer bê kirin.
Ebdî piştrast kir ku Tirkiye bû sedema koçberkirina bi milyonan xelkê Sûriyê û Enqere dosyaya penaberan li dijî dewletên Ewropayê wek gef bi kar tîne.
Ebdî bal kişand ser pêkanîna projeyên qirkirina etnîk û koçberkirina pêkhateya Kurd û wiha got: “Tirkiyê qirkirina etnîk û koçberkirina bi darê zorê li dijî Kurdên Bakurê Sûriyê bi kar tîne.”
Ebdî anî ziman ku Tirkiye hewl dide xaka Sûriyê dagir bike û Bakurê Sûriyê jî bixe bin serweriya xwe.
Ebdî têkildarî dan û standinên di navbera QSD'ê û rejîma Sûriyê jî got dan û standinên fermî hîn dest pê nekirine lê hevdîtin der barê bersivdayîna êrişên Tirkiyê de çêbûne.
Ebdî derbarê penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê jî got: “Em amade ne pêşwaziya penaberên Sûriyê yên li derve bikin, heta ku alozî were çareserkirin û penaber li herêmên xwe vegerin.”