ŞIRNEX - Li Alîkarê Midurê Lîseya Anadolûyê ya Navenda Cizîrê B.E ku ji ber ku bi îstismarkirina hin xwendekarên xwe û şandina peyamên zayendî yên ji bo xwendekarên xwe ji peywirê hatibû dûrxistin, salek cezayê "rawestandina astê" hat birîn.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû angaştkirin ku Alîkarê Midurê Lîseya Anadolûyê ya Navenda Cizîrê B.E hin xwendekarên xwe îstismar kiriye û ji bo 30 xwendekarên xwe jî peyamên zayendî şandiye. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Wezareta Perwerdeya Neteweyî ve hatibû destpêkirin B.E ji peywirê hatibû dûrxistin û li ser îfadeyên xwendekarên ku hatibû îstismarkirin sewqî Lîjneya Dîsîplîna Bilind hatibû kirin.
Piştî temamkirina lêpirsîna ku hatibû destpêkirin, Lîjneya Dîsîplîna Bilind biryara xwe ya derbarê B.E de aşkera kir. Lîjneyê, ji bo B.E tenê cezayê salekê "rawestandina astê" guncav dît.
Bi vê biryarê B.E careke din vegeriya peywira xwe û hat hînbûn ku dê li Rihayê li dibistanê peywir bike.
Li aliyê din lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ve hatibû destpêkirin jî hê didome. Lê ji ber ku biryara nepeniyê li ser dosyayê heye nayê zanîn ku lêpirsîn di kîjan astê de ye.