AGIRÎ – Rojnameger Azîz Oruç, li dadgehê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" girtin û şandin girtîgehê.
Rojnamevan Azîz Orûç roja 11'ê kanûnê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Orûç piştî 8 rojan li Miduriyeta Polîsan a Bazîdê di bin çavan de ma, îro sewqî dozgeriyê kirin. Rojnamevan Oruç, piştî roja 7'an îfadeya wî ya li midûriyeta polîsan a Bazîdê hat girtin. Polîsan di bin çavan de ji Oruç pirsa 'Tu çawa hat ser sînor' û hesabê medya civakî pirsîn. Oruç ê li Ermenistan û Îranê rastî îşkenceyê hat û piştre di ser têlan de avêtin Tirkiyeyê, terkî mirinê hatibû kirin. Oruç îro sewqî dozgeriyê kirin. Piştî dozgeriyê îfadeya Orûç girt, bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeya Oruç guhdar kir bi îdîaya "Endamê rexistinê ye" biryara girtinê dan û şandin girtîgehê.
Wezareta Karên Hundir têkildarî Oruç daxuyanî dabû û wekî “terorist” pênase kir. Hempîşeyên Oruç jî daxuyanî dan çapemeniyê û diyar kirin ku Azîz Oruç rojnameger e.
Ji ber der barê Oruç de doz hatibû vekirin, 3 salin li Herêma Kurdistanê ya Federe dijî. Piştî Oruç xwest ji Îranê derbasî Ermenîstanê bibe, Ermenîstan ew dîsa şandibûn Îranê. Rayedarên Îranê jî ew di ser têlan re avêtibûn Tirkiyeyê. Li ser daxwaza Oruç a alîkariyê Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Abdullah Ekelek, di 11'ê kanûnê de hatibû binçavkirin. Di heman rojê de polîsan bi ser mala Muhammet Îkram Muftuoglu de jî girtibûn. Piştre Hevserokê HDP'ê yê Bazîrê Ekelek û Muftuoglu bi îdîaya alîkarî dane Oruç hatin girtin û şandin girtîgehê.