MEREŞ - Ji bo Santrala Termîkê ya li Çogûlhana Elbîstanê hatibû gotin, gerek heta 1'ê Çileyê bê fîltrekirin. Lê belê bêyî ku bê fîltrekirin kapasîteya wê hat zêdekirin. Li vê herêmê ji sedî 90'ê mirovan ji ber nexweşîna pençeşêrê dimirin û dîsa ji bo vê herêmê tê gotin: "Çernobîla Tirkiyeyê".
Qanûna ji bo fîltrekirina kulekên santralên termîkê ji bo 2 sal û nîvan hatibû taloqkirin. Ev qanûn jî bi dengên AKP-MHP'ê hatibû qebûlkirin. Lê piştî nerazîbûn û bertekan Serokomar Erdogan heman qanûn veto kiribû û hatibû gotin heta 1'ê Çileyê gerek santral bên fîltrekirin. Yek j van santralan jî Santrala Termîkê ya A ya Holdîng a Çelîklerê ye ku li Taxa Çogûlhan a Elbîstan a Mereşê ye. Santral rojê 70 hezar ton ariyê belav dike û ev yek tesîreke mezin li Taxa Çogûlhanê dike. Ji ber vê santralê nexweşîna pençeşêrê li mirovên herêmê peyda dibe û heta niha gelek mirov mirine.
Welatiyan, diyar kir ku piştî santral hatiye kesîdekirin êdî guh nade tiştekî û şîrket ji bo kar û qezenceke mezin kapasîteya santralê tam zêde kiriye.
ÇERNOBÎL E!
Xebatkarê santralê yê berê Ahmet Tatar, da zanîn ku di santralê de bi navê AEX kulelek heye û ev kulek xaz û ariya dikeve kulekê paqij dike, lê belê nayê bikaranîn. Tatar, anî ziman ku ji ber ev kulek enerjiyeke zêde dixwe nayê xebitandin. Tatar, destnîşan kir ku ji bo vê yekê ew û midûran ketine qirika hev du û ji kar hatiye derxistin. Tatar, got: "Piştî ku serokomar qanûna nebikaranîna fîltreyê veto kir, rojek şûnde ji bo nan bikirim derketim derve. Lê min dît arî bi ser me de dibare. Bi vî awayî ceza li serokomar dibirin. Ne li me, ceza li dewletê dibirin. Ji xwe hêzên dewletê li pişta wan in. Tiştekî biçûk jî biqewime esker tên. Heger rayedar nesekinînin, em ê bidin sekinandin. Çimkî zarokên me giş nexweş ketine. Bêhna wan diçikê. Fîrma, ji bo kar û qezenceke zêde heta jê tê zêde ariyê derdixe. Axeke mirî avêtine ser me. Mafê me yê jiyanê bin pê dikin. Li vê herêmê ji sedî 90'ê mirovan ji ber nexweşîna pençeşêrê dimirin. Li herêmê çandinî tuneye. Ev der 35 sal in Çernobîl e. Çernobîla Tirkiyeyê jî Taxa Çogûlhan a Elbîstanê ye".
HER ROJ CENAZEYEK
Endamê Platformaa Parastina Jiyan û Xwezayê ya Elbîstanê Mehmet Dalkanat jî da zanîn ku Santrala Termîk A, li gor teknolojiya salên 1970'yî hatiye çêkirin û fîltreya wê ya ariyê kom dike heye, lê belê fîltreya wê ya xazê tuneye. Dalkanat, destnîşan kir ku santral ji sala 1984'an ve sulfurdîoksît, kukurdîoksît û karbondîoksîtê berbelav ddike û got: "Ev xaz li qadeke bi qasî 100 kîlometreyî berbalv dibin. Lê belê ariya ji kulekan dertê li erdeke 4*5 kîlometreyî tê rijandin. Ev arî tesîrê li her tiştî dike. Wan salan ji ber civaka me ne serwext bû, digotin ev çavkaniyeke debarê ye. Bi ser de pîrozbahî jî kirin. Lê 35 sal şûnde dîtin ku tenê ne jiyana mirovan her tiştî tune dike. Li Çogûlhanê kes tuneye ku pençeşêr lê peyda nebûbe. Rasterast tesîrê li gundê Alemdar, Berçenek û Altûnelmayê dike. Li navenda ELbîstan û Afşînê jî hema bêje her roj kesek ji be rpençeşêrê dimire. Êdî pençeşêra li herêmêb ûye markayek. Gava nexweş diçin Enqereyê û bijîşk çav li rontgenên wan dikevin, dibêjin 'Ev kezeba Elbîstanê, ev gurçika Afşînê ye'. Bi ser de dixwazin santralên nû jî çê bikin. 2 sal şûnde piraniya kesên niha wê ne sax bin".
‘BIRA FÎLTREYAN LÊ XIN'
Ayşe Sumbul jî anî ziman ku bi salan e ariya santrala termîk dixwin. Sumbul, destnîşan kir ku nikare zebze hişk bike, nikare kincên xw eraxe û xaliyên xwe bişo û got: "hevjînê min nexweş e. Qaweta me tuneye ku em biçin cihekî din. Bila çareyekê bibînin. Li gund kes nemaye ku pençeşêr lê peyda nebûbe. Her kes ji ber pençeşêrê dimire. Ez jî nexweşim. astima min heye. Hingî diçim bijîşk meaşê min ê teqawidbûyînê namîne. An bira fîltreyê lêxin an jî bira gund vala bibe. Jiyana bi hezaran mirovî ne xema wan e. Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'aê Mahîr Unal hemşehriyê me ye, lê tu fêda wî li me nabe. Ji xwe fêdeya wî li gundî wî nabe wê çawa li me bibe".
Mevlut Ozer jî destnîşan kir ku santrala termîk guh nade tu pîvanan jî û got, Elbîstan û Afşîn hemû di rewşeke xeter de ye. Ozer, anî ziman ku Santrala Termîk a A, 35 sal in bi temamî tê xebitandin û got, ev derî qayde û pîvana ye. Ozer, got: "Heger teqînek çê bibe wê welat giş biçe." Ozer, destnîşan kir ku hikûmet ji bo zilma li welatên misilman dengê xwe bilind dike, lê belê niha zilma mezin l me tê kirin û got: "Bira hikûmet bê Elbîsatê bibîne."
Parêzerê Platforma Parastona Jiyan û Xwezayê ya Elbîstanê Ozgur Çikin jî destnîşan kir ku heger ji bo santralên termîkê yên nû rapora ÇED'ê bê dayîn ew ê serî li darzanê bidin. Çikin, got: "Li Akbayir a Elbîstanê hat xwestin santraleke termîkê bê çêkirin. Ji bo vê rapora ÇED'ê jî hat dayîn. Lê ji bo betalkirina ÇED'ê me serî li dadgehê da. Dadgehê keşif kir û got, wê zirarê bide derdorê". Çikin, da zanîn ku santralên termîkê li gorî teknolojiya nû çi qasî tên çêkirin bira bên çêkirin û pergala fîltreyê bê xebitandin jî zirarê didin derdorê.
Her wiha Çikin, diyar kir ku li gor qanûnê divê Santrala Termîk a A heta 31'ê Kanûnê fîltreyê bi kar bîne û got, heger fîltreyê bi kar neyne ji bo betalkirina lîsansa fîrmayê em ê serî li wezaretê bidin.
MA / Mûhamed Abdulkadîr Esen