NAVENDA NÛÇEYAN – Mala Êzidiyan a Oldenburgê êrişa li dijî malbatên êzidî ya li Êlihê şermezar kir û banga xwedî derketina li malbatên êzidî kir.
Mala Êzidiyan a Oldenburgê ya li Elmanya têkildarî êrişa endamên malbata Karabûlût û Bîter a li dijî malbatên êzidî ya li Êlihê pêk hat daxuyaniyek nivîskî da. Malbatên Êzidî dixwazin li gundê xwe Kelhokê girêdayî navçeya Qûbînê ya Êlihê bi cih bibin û erdên xwe biajon, lê malbatên Karabûlût û Bîter destûr nadin û êrişî malbatên êzidî dikin.
Komek ji van her du malbatan îro li ber oteleke Êlihê êrişî hemwelatiyên êzidî Nedîm Erkîş û Cevdet Tûkû kiribûn û ew birîndar kiribûn. Mala Êzîdiyan a Oldenburgê êriş bi tundî şermezar kir.
Daxuyaniya Mala Êzîdiyan wiha ye:
“Serokatiya Mala Êzîdiyan û tevahiya endamên xwe ew êrişkirin, lêdan û çavsoriya ku li bajarê Êlihê li birêz Nedîm Erkîş û Cevdet Tûkû hatiye kirin, şermezar dike û daxwaz û hêvî ji dam û dezgehên hikumeta Tirkiyê dike ku ji vê bêqanûniyê û binpêkirina heqiyê re bêdeng nemîne.
Yên êrişkar gerek bi rêya dadgehê bêne cezakirin û qanûn cihê xwe bigirin.
Bo me wek civaka Êzidî û hemwelatiyên Komara Tirkiyê bi van kiryarên bêqanûnî wisa xuya dibe ku hinek mirov bi darê zorê dixwazin mal û milkê êzidiyan yê ku bi hezarê salan e di destê wan de ye ji wan bistînin.
Banga me ji medya, partiyên siyasî û miletê bi wîjdan û bext hemû dam û dezgehên Tirkiyê ew e ku li dijî vê neheqiyê bêdeng nemînin.”