AGIRÎ - Rojnameger Azîz Oruç ê li Bazîdê hat binçavkirin, piştî 7 roj şûnde îfadeya wî ya li Midûriyeta Polîsan a Bazîdê hat girtin. Ji Oruç pirsa 'Te çawa sînor derbas kir?' û hesabê medya civakî jê pirsîn.
Rojnamevan Azîz Orûç roja 11'ê kanûnê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Orûç 7 roj in li Miduriyeta Polîsan a Bazîdê tê ragirtin. Rojnamevan Oruç, piştî roja 7'an îfadeya wî ya li midûriyeta polîsan a Bazîdê hat girtin. Polîsan di bin çavan de ji Oruç pirsa 'Tu çawa hat ser sînor' û hesabê medya civakî pirsîn. Oruç ê li Ermenistan û Îranê rastî îşkenceyê hat û piştre di ser têlan de avêtin Tirkiyeyê, terkî mirinê hatibû kirin. Tê payîn ku sibê Oruç sewqî dozgeriyê bikin. Wezareta Karên Hundir têkildarî Oruç daxuyanî dabû û wekî “terorist” pênase kir. Hempîşeyên Oruç jî daxuyanî dan çapemeniyê û diyar kirin ku Azîz Oruç rojnameger e. Rojnamegeran xwes ku Oruç demek nêzîk bê berdan.