AMED – Hin kesên nasname nediyar bi keviran êrişî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Pasûrê kirin. Li gel ku HDP’yî li polîsan geriyan jî lê polîs nehatin cihê bûyerê.
Hin kesên nasnameya wan nediyar duh êvarê bi keviran êriş birin ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeya Pasûra Amedê. Rêveberên HDP’ê serê sibê ku çûn avahiya xwe dîtin ku êriş pêk hatiye û ziyana madî pêk hatiye. Rêveberên HDP’ê ji bo lêkolîna bûyerê li polîsan geriyan lê polîsan got “divê xwediyê avahiyê gilî bike” û bi vê bersivê neçûn cihê bûyerê