WAN – Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Wanê pirtûkên nivîskaran ku ji girtiyek re hatin şandin wek “madeya qedexe” dît û paş de şand.
Girtî Bîlal Ari yê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê demek beriya niha ji Pirtûkxaneya Lîlavê pirtûk xwestibû. Li ser vê yekê Pirtûkxaneyê du roj berê pirtûkên Orhan Kemal, Ivan Sergeyevîv, Emîne Şenlîkoglu, Kahraman Tazeoglû û Tahîr Mûsa Ceylan bi rêya kargoyê ji girtî re şand.
Pirtûkên hatin şandin ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi hênceta “madeyên qedexe ne” pirtûkên her 5 nivîskaran paş de şand.
Li gel ku biryara qedexeyê li ser pirtûkan nîne jî paş da hatine şandin. Pirtûk carek din ji girtî re hatin şandin.