AMED - Serdozgerê Komarê yê Amedê têkildarî lêpirsîna doza Medenî Yildirim ê dema li Navçeya Liceyê li dijî avakirina qereqolan tev li çalakiyan bû û hat kuştin, pêdivî bi lêpirsîna Fermandarê Qereqolê nedît û biryara neşopandina lêpirsînê da. Dayika Yildirim di danişînê de bertek nîşan da û got: "7 sal in li benda edaletê me. "
Di 28'ê Hezîrana 2013'an de di dema protestoya çêkirina qaleqol-qereqolan ên li gundê Hêzan ê Licêya Amedê de Medenî Yildirimê 19 salî bi guleya eskeran hatibû kuştin. Di ser mirina Yildirim de 6 sal derbas bûn. Lê hîn jî kiryar nehatine cezakirin. 8'emîn danişîna doza "Kuştina bi zanebûn" a li Adem Çîftî hatibû vekirin, li 7'emîn 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat Dîtin. Di danişîna doza Yildirim de dayika Yildirim Fahriye, birayê wî Mehmet Yildirim û parêzerên wî Yildirim Mehmet Emin Aktar, Racî Bîlîcî û Zeynep Işik beşdarî danişînê bûn. Dîsa parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari û rojnameger jî beşdarî danişînê bûn.
ATK'Ê RAPOR AMADE NEKIR
Piştî Dadgeha Îstînafê biryar xera kiribû, di danişîna berê de heyeta dadgehê xwestibû ATK raporê amade bike. Lê di vê danişînê de hat dîtin ku ATK'ê rapora kesên pispor amade nekiriye. Heyeta dadgehê di 16'ê Gulanê de ji bo ATK'e ya Stenbolê, TUBİTAK'ê û TRT'ê xwestibû rapor amade bikin. Lê li gel nivîsa muzakereyê, rapora kesên zana nehat amadekirin. Piştî lêpirsîn temam bû, Parêzeran der barê Fermandarê Qereqolê de serlêdana sûc kiribûn û xwestibûn fermandar jî bê darizandin. Lê Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê lêpirsîna Fermandarê Qereqolê de biryara bêşopandinê da.
DAYIK: 7 SAL IN LI BENDA EDALETÊ ME
Dayika Yildirim Fahriye Yildirim, di danişînê de mafê axaftinê girt û got: "7 sal di ser kuştia kurê min re derbas bû. 7 salin li benda edaletê me. Divê êdî demek berî demekê biryar bê girtin. Divê faîl bên darizandin. Divê rapora kesên zana raporê diyar bikin. "
Prz. Mehmet Emin Aktar jî xwest rapora kesên zana bê amadekirin. Heyeta dadgehê piştî parastinê ji bo bersîva muzakereya ji ATK, TUBİTAK û TRT'ê re hatiye şandin bê dayîn danişîna dozê taloqî 20'ê Sibata 2020'an kir.