EDENE / MELETÎ - Li Edene û Meletiyê polîsan bi ser gelek malan de girt û 8 kes binçav kirin.
Polîsan li Edene û Meletiyê li ser fermana Dozgerê Komarê yê Edeneyê bi ser gelek malan de girt û 8 kes binçav kirin. Polîsan li Taxa Selahattin Eyyubî ya navçeya Yuregir a Edeneyê bi ser malbata Ferhat Sezgin de girt û Sezgîn li malê binçav kirin. Polîsan gelek pirtûkên wî desteser kirin û Sezgin, birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.
MELETÎ
Polîsan li Meletiyê jî bi ser gelek malan de girt û Hevseroka ESP'ê ya Meletiyê ya berê Ayşe Işik, Rêvebera Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal (PSKD) Sayime Tuncel, Hatice Zengin û namzeta parlamentera HDP'ê ya berê Betul Kurnaz Kiliç û endamên HDP'ê Gule Doğan, Reyhan Bakır û Hatun Aydin binçav kirin. Kesên binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Meletiyê.