NAVENDA NÛÇEYAN - Ji aliyê Walîtiya Bedlîsê ve li 46 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Li 46 gundên girêdayî navenda Bedlisê qedexeya derketina derve hat îlankirin. Walîtiya Bedlisê, têkildarî qedexeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku li 46 gundên girêdayî navenda Bedlîsê heta fermana duyemîn qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. Walîtiyê destnîşan kir ku dê çarçoveya qedexeyê de mafê perwerdeyê yê xwendekaran û saetên xebata karmendan neyê sînordarkirin.