BEDLÎS – Cenazeyê Behzat Yildirim ku piştî ji Goristana Xerzanê hat derxistin, 2 sal şûnde li gundê wî hat veşartin. Dayika wî Berkîze Yildirim, got: "Her mirov carekê dimire, lê ên wekî min û kurê min sirf ji ber ku kurd in em du caran hatin kuştin. Du caran cegera me hat daxkirin."
Di sala 2017'an de li gundê Oleka Jor a Bedlîsê ji Goristana Xerzanê 267 cenaze hatibûn derxistin û wan biribûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Ji van cenazeyan piştî DNA'ya 10 kesan diyar bû ji Goristana Bêkesan a Kîlyosê hatin derxistin û radestî malbatên wan hatin kirin. Yek ji van cenazeyan jî ê Behzat Yildirim (Kanî Xerzan) bû. Piştî DNA'ya cenaze û malbatê li hev derket, cenazeyê Yildirim di 14'ê Kanûnê de bi şev li gundê Kayadîller ê Xîzanê hat veşartin.
Yilmaz, di sala 1996'an de hatiye dinê û gava 3 mehî bûye malbata wî koçî Stenbolê kiriye. Yildirim, ji ber zext û zoriyên li ser kurdan di temenekî ciwan de berê xwe dide nav refên PKK'ê. Di sala 2014'an de li Kobaniyê di êrîşeke DAIŞ'ê de birîndar dibe. Wî tînin navçeya Pirsûs a Rihayê nexweşxaneyê, lê belê li vira jiyana xwe ji dest dide.
‘VÊ CARÊ MIN PIR LI HESTIYÊN WÎ MÊZE KIRIN'
Dayik Berkîze Yildirim, piştî 2 salan hestiyên kurê xwe girtin. Hestiyên kurê wê di qutiyeke lastîk de dan wê û wê jî ew anîn Bedlîsê.
Dayik Yildirim, diyar kir ku ji ber ku gundê wan hatiye şewitandin ji mecbûrî koç kirine. Yildirim, da zanîn ku gava kurê wê 14 salî bûye bi hinceta çûye Şirnexê hatiye girtin û 8 mehan di Girtîgeha Sîlîvriyeyê de maye. Dayik Yildirim, got: "Kurê min 8 mehan di girtîgehê de ma. Nehiştin em hevdîtina vekirî pêk bînin. Di hevdîtinên girtî de di navbera me de camek hebû. Û em bi telefonê bi hev re diaxivîn. Ji ber rewşa lig irtîgeê nexweşd iket. Her ku çav pê diketim digiriyam. Kurê min desmala di dest xwe de dihejand digot 'Megrî dayê megrî, hêsrên xwe paqij bike, destê min nagihê te, megrî ez ê bêm'. Desmala xwe bis e rcam dixist wekî ku hêsrên min paqij bike. Piştî ji girtîgehê derket 10 roj şûnde çû. Li Kobaniyê birîndar bû. Gava birîndar bû 18 salî bû. Wî ji Kobaniyê anîn Nexweşxaneya Pirsûsê. Ji ber ku bijîşkan ew tedawî nekir mir. Gava min li kurê xw emêze kir, li ser çavê wî xwîna hoşk hebû, canê wî hişk bûbû. Lê vê carê qederekê min li hestiyên wî mêze kir."
Yildirim, anî ziman ku gava pê hesiyane êrîşî Goristana Xerzanê hatiye kirin demildest tev geriyane û got, gora ku ji bo kurê xwe kola bû zêdetirî 2 salan e vala ye. Yildirim, diyar kir ku cenaze hatine derxistin, wan xistine torbeyan û ev torbe demekê li BEdlîsê di jêrzemînekêd e hatine sekinandin û got: "Gava em hatin Bedlîsê gotin biçin Stenbolê, em çûn Stenbolê gotin biçin Rihayê. Êdî me jî nizanibû em ê biçin kuderê. Rastî ji parêzerê me re nedigotin. Em dixapandin. Piştî me serlêdanên xwe, karên xwe yên fermî qedandin ji me re gotin 'Em ê di nav hefteyekê de cenazeyên we bidin we'. Ez jî çûm Bedlîsê gundê Kollûdere. Li wir min gora kurê xwe û ya Ahmet Doner li kêleka hev çê kir. Lê belê di ser re hefte derbas bû, 2 meh derbas bû, 2 sal derbas bû cenaze nedan. Ev gor 3 salan vala man. Gava Goristana Xerzanê hat texrîbkirin cenaze xistin torbeyan û qederekê li Bedlîsê di jêrzemînekê de hatin sekinandin. Paşê anîn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û salekê man. Herî dawî di nav qutyeke lastîk de dibin Goristana Kîlyosê. Gava cenaze dan me, hundirê qutiyan tije av bûbû û wan danîbûns e rhev. Cihê şermê bû."
‘JI HESTIYÊN ZAROKÊN ME JÎ DITIRSIN'
Yildirim, destnîşan kir ku 3 caran cenaze ji wan hatine revandin û got, ew bi feraseteke ku îşkencê li hestiyan dike rû bi rû ne. Yildirim, got: "Nehiştin em zarokên xwe li cem hev veşêrin. Gava min xwest ez cenazeyê kurê xwe û hevalê wî li kêleka hev veşêrim polîsan got 'nabe, qet nabe'. Min kurê xwe du caran veşart. Gava biçim Stenbolê ez ê careke din şîna xwe dyenim. Ev ne îşkence be îjar çi ye? Mirovekî mirî careke din kuştin. Her mirov carekê dimire, lê ez û kurê xwe sirf ji ber ku em kurd in, em du caran hatin kuştin. Du caran kezeba me hat daxkirin. Gava min dîsa cenazeyê kurê xwe wergirt, tiştekî wisa li min peyda bû ku wekî nû miribe. Du caran kezeba me dax dan. Ma wê mirî zirarê bidin kê? Tamûlî hestiyan jî nakin. Ji hestiyan, ji miriyan jî ditirsin. Me axa kurê xwe jî nedît. Me darbest hemêz nekirin. Me serê sibehê saet di 04.00'an de li be ronahiya têlefûnan zarokên xwe veşartin".
BANG LI MALBATAN KIR
Yildirim, destnîşan kir ku hîn jî li Stenbolê gelek cenaze hene û got: "Bila cenazeyên zarokên xwe wergirin. Hestî di nav avê de mane, dirizin. Çi dibe bila bibe divê bira, kek, dê û bav biçin wergirin. Min cenazeyê kurê xwe wergirt, lê hîn jî wijdanê min nerihet e. Ji bo ev cenaze winda nebin demildest divê malbat biçin wan wergirin."